Rapor: Cudakarî û nijadperestiya li dijî zarokan belav dibe
Li gorî rapora UNICEF'ê weşand, hat eşkerekirin ku zarok di mafên herî mirovî û bingehîn de rastî cudakariyê tên.

Navenda Nûçeyan - Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) bêriya roja 20’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Zarokan raporek nû weşand. Rapor radixe berçavan ku bi taybetî li gelek deverên cîhanê li ser bingeha koka nijadî, ziman û olê wan li dijî zarokan nijadperestî û cudakariya belav dibe.
Di raporê de analîzên der barê 22 welat dee cih digre. Rapora ku bi sernavê 'Bandora cudakariyê ya li ser zarokan' hat weşandin, nîşan dide ku nîjadperestî û cudakarî zarokan di warên wekî perwerde, tenduristî, qeyda dayikbûnê û ji pergala edaletê re gihandina bi adilane û wekhev de di kijan aste de bandor dike. Di heman demê de bal dikşinê newekheviyên berbelav ên di navbera komên hindikayî û nîjadî de jî. Li gorî raporê, îhtîmala xwendevanên 7-14 salî yên ji koma herî bi avantaj a gihandina jêhatibûna xwendina bingehîn, li gorî xwendevanên di koma herî kêm bêavantaj navînî dû qet zêde ye.
Rêjeyên qeydên jidayikbûnê
Di raporê de daneyên der barê rêjeya qeydên jidayikbûnê jî tên analîzkirin. Li gorî vê, di navbera zarokên ji komên olî û nîjadên cuda de cudahiyên girîng mijara gotinê ye. Mînak, dema li Komara Demokratîk a Gel ya Laosê, ji sedî 59’ê qeydên jidayikbûnê ya zarokên di bin 5 salî ya koma nîjadî ya Mon-Khmer de tê kirin, ev rejê di koma nîjadî ya Lao-Taî de di rêya sedî 80 e.
Xizanî kûrtir dibe
Cudakarî û vederkirin, xizaniya navbera nifşan û xizanî kûrtir dike. Encamên ku ji bo zarokan di warê tenduristî, xwarin û fêrbûnê de hatine bidestxistin jî xirabtir dike. Ev rewş dibe sedema rêjeyên ducanîbûnê yên di nav keçên ciwan de û di mezinan de jî bi hin kêmtir rêjeyên îstîhdam û qezenç encam dibe.
Şewb, şer û guherîna avhewayê
Di rapora ku hat diyarkirin şewb bêedaletî û cudakarîyeke hin kûrtir kiriye, hat destnîşankirin ku bandorên guherîna avhewayê û pevçûnan li gelek welatan derxistina holê ya newekheviyê didomîne. Rapor balê dikşînê li ser cudakarî û vederkirin ji bo bi mîlyonan zarokên ji komên nîjadên û kêmneteweyan çawa demek dirêj berdewam dike.
'Divê em mafê hemû zarokan biparêzin’
Dîrektora Giştî ya UNICEFê Catherine Russell, bi van gotinan wêneya bi rapor re derket holê nirxand: “Nijadperestî û cudakariya di civakê de, zarokan bi metirsiya xizanî û vegerkirin ku heta dawî didomê re rû bi rû tîne. Ev rewş me hemûyan xemgîn dike. Kî dibe bila, ji kuderê bê bila were, divê em mafê hemû zarokan biparêzin, ji ber ku ev ji bo hemû kesan rêya herî teqez ya avakirina cîhanek aramtir, dewlemendtir û bi adilane ye.”