"Rakirina tecrîdê çareserkirina hemû aloziyan e"

Hevseroka Meclisa Kantona Efrînê Zelox Bekir bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: "Siyaseta girankirina tecrîdê li ser Rêber Apo domandina siyaseta komploya navneteweyî ye."

 
HESNA MIHEMED
Şehba- Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 22 sal in li girtîgeha Îmraliyê ya Tirkiyeyê hatiye dîlgirtin. Her wiha ev demek dirêj e tecrîdek girankirî li dijî wî pêk tê. Dewleta tirk nahêle malbat û parêzer hevdîtinê bi miwekilê xwe re pêk bînin. Herî dawî ji ber îdeayên li ser hesabên medya civakî yên der barê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hatibû belavkirin fikarên raya giştî mezin bûbû, piştî wê di 25'ê Adarê de birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan pê re axivî. Lê Mehmet Ocalan ragihand ku hevdîtîna telefonê di nîvî de hatiye birîn. Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan ku di 27'ê Mijdara 2020'an de li girtîgehên Tirkiyeyê hatibû destpêkirin berdewam dike. Her wiha li kampa şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî çalakî li dijî tecrîdê didome. Der barê tecrîd û geşedanên heyî de, Hevseroka Meclisa Kantona Efrînê, Zelox Bekir nêrîna xwe parve kir. 
"Dewletên hegomenîk şerê qirkirin û tunekirinê didin meşandin"
Zelox diyar kir ku hêzên hegemonîk dixwazin bi riya aloziya heyî li Rojhilata Navîn îradeya gelan bişkînin û got: "Hêzên hegemonîk ango hêzên ku serweriya cîhanê dikin dixwazin bi riya aloziya ku li Rojhilata Navîn heye kûrtir bikin û îradeya gelan têxin bin kontrola xwe. Siyaseta qirkirinê li hemberî gelên Rojhilata Navîn tê meşandin û ev siyaset jî xwe dispêrê hêzên hegemonîk. Her wiha ew siyaseta qirêj berdewamiya komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo ye. Rojane geşedanên siyasî rû didin û bi guhertina serokomariya Emerîkayê re gelek xetên stratejîk di cîhanê de hatin diyarkirin. Her wiha dewleta tirk gelek rolên wê yên negatîf di Rojhilata Navîn de heye, ev yek jî bi mudaxelekirina dewletên dîtir pêk tê û her ku diçe êrîş kûrtir dibe. Heta dewleta tirk mudaxeleya Ezerbeycan û Ermenistanê jî kir. Dewleta tirk bi riya mudaxeleyê aloziya ku heyî kûrtir dike."
"Bi girankirina tecrîdê dixwazin gel ji Rêber Apo veqetînin"
Zelox destnîşan kir ku siyaseta girankirina tecrîdê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewamiya siyaseta komploya navneteweyî ye û wiha dirêjî da gotina xwe: "Siyaseta girankirina tecrîdê li ser Rêber Apo domandina siyaseta komploya navneteweyî ye. Armanca tecrîdê ew e ku dixwazin gel ji Rêber Apo veqetînin. Dewletên desthilatdar projeyên xwe di Rojhilata Navîn de dane avakirn loma naxwazin projeyek dîtir ku temsîla gelan dike derkeve holê. Her wiha naxwazin tu proje li hemberî berjewendiyên wan bibe astengî. Dewleta tirk bi tecrîd û êrîşên li dijî axa Başûrê Kurdistanê dixwaze gelê Kurd bi riya komployê qir bike. Dewleta tirk bi salan e destûr nade ku parêzer bi miwekîlê xwe re hevdîtin pêk bînin, ev yek jî derveyî zagonên mirovahiyê ye. Gelê kurd ruxmê tecrîd û êrîşan li derdor Rêberê xwe xelekeke ji agir çêkirin û bi berxwedaniya xwe bûn bersiv ji hemû êrîş û qirkirinê re."
"Girankirina tecrîdê ji bo şikandina îradeya gelan e"
Zelox Bekir di dawiya gotina xwe de bal kişand ser berxwedaniya gel û wiha pê de çû: “Li hemberî plan û komployên li ser gelê Kurd tên meşandin xeta berxwedanê mezintir dibe. Gelê Kurd bi salan e bi êrîşên dewleta tirk re rû bi rû ye lê tu caran teslîmkarî qebûl nekir û bi sekn û helwestên xwe têkoşîna xwe domand. Dewleta tirk li her derê ku Kurd hene dagirkerî, zext û êrîşên nemirovî li dijî wan pêk tîne û dixwaze îradeya gelê azadîxwaz bişkîne. Gel her dem li ser piyan e ne tecrîdê, ne jî êrîşên li ser axa xwe qebûl dike. Fikir û felsefeya Rêber Apo çareserkirina hemû aloziyan e. Serkeftina mezin wê para gelê berxwedêr û têkoşer be. Em di wê baweriyê de ne ku wê dewleta tirk li hemberî hêza Kurdan bi bin bikeve."