Rakel Dînk: Jixwe bi salan em bi kujeran re heman bêhnê digrin!

Rakel Dînk, der barê berdana Ogun Samast ê kujerê hevjînê wê Hrant Dînk de wiha got: “Jixwe bi salan em bi kujeran re li heman cihî bêhnê digrin û ew li ber bêhna me ne.

Navenda Nûçeyan– Hevjîna Gerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameya Agosê Hrant Dînk Rakel Dînk, di axaftina vekirinê ya konferansa di sedsaliya komarê de mafên kêmaran de, der barê berdana kujerê hevjînê xwe Ogun Samast de axivî.

Rakel Dînk bi gotinên;  “Careke din bêedaletiyê li rûyê me xistin. Rojên herî giran ên şînê dîsa li me zivirandin” û di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:

“Jixwe bi salan e em û kujeran re heman bêhnê digrin. Yên ku fermana kuştina Dînk dane, em dizanin di nav me de digerin. Ma qey em nizanin ku kujerên Sabahattîn Alî, Îlhan Erdost, Zekî Tekîner, Ugur Mumcu, Mûsa Anter di nav me de ne. Me tu carî negot bila ewqas sal ceza bigre. Mesele ew e ku ji roja ewil ve me got divê ji tarîtiyê hesab bê xwestin. Me got çi dibe bila bibe ji bo di vê dozê de edalet pêk were û ji bo demokratîkbûna welat her tişt bê kirin. Ew û daraza xwe bi hev re kambax in û biryarên eletewş didin.”