RAJIN roja rojnamegeriya jinên Kurd pîroz kir

RAJIN di salvegera 26’an de Gurbetellî Ersoz bi gotina: “Li dijî êrîşên qirkirinê bû sembola rojnameriya şoreşger ku ji sekna xwe ya azad tavîz neda.” Bi bîranîn û 7’ê Cotmehê roja rojnamegeriya jinên Kurd pîroz kir.

Navenda Nûçeyan- Ragihandina Azad a jinê  (RAJIN), derbarê dîroka ku Gurbetellî Ersoz jiyana xwe ji dest dayî 7’ê Cotmehê ji sala 2014’an heta niha weke roja rojanmegeriya jinê Kurd tê pîrozkirin daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di salvegera 26’emîn a şehadet Gurbetellî Ersoz de ku pêşengtiya kevneşopiya rojnamevaniya şoreşger kir, em bi hezkirin û minet bi bîr tînin.” RAJIN roja rojnemegeriya jinên Kurd  hemû kedkarên jin ên ragihandin ku li dijî  zext û êrîşan bêzar nabin û têdikoşin, pîroz kir.

Di berdewamiya daxuyaniya RAJIN’ê de wiha hate gotin: “Di salvegera 26’emîn a şehadet Gurbetellî Ersoz de ku pêşengtiya kevneşopiya rojnamevaniya şoreşger kir, bi birêvebirina lêgerîna rasti rê li ber ronakbûna jinan vekir, em bi hezkirin û minet bi bîr tînin. 7’ê Cotmeha 2014’an ku roja şehadeta hevrêya Gurbetellî Ersoz e, wek Roja Rojnamevanên Jin ên Kurd hat ragihandin, em roja rojnamevaniyê ya hemû kedkarên çapemeniyê yên jin ku li ber zext û êrîşan bêzar nabin û tê dikoşin, pîroz dikin.”

Gurbetellî sembola rojnamegeriya şoreşger e

Gurbetellî Ersoz di xebata çapemeniya azad de serdemeke nû da destpêkirin, salên 90’î ku faşîzmê û medyaya şerê taybet bêhn li civakê çikand, ji bo rastiyan bi civakê bide zanîn, bibe deng ji bo berxwedanê, bi bawerî û wêrekiya xwe pêşengtiya têkoşîneke bêhempa kir. Li dijî hemû êrîşan tawiz ji helwesta xwe neda û bû nîşaneya rojnamevaniya şoreşger. Bi hêrs û raperîna xwe ya li dijî faşîzm û pergala mêrselerî, lêgerina xwe ya azadiyê derxistiye ser hemû astan. Li dijî feraseta qirkeriyê ku dikeve hewla birîna dengê Kurdên azad bi têkoşîna xwe li serê çiyayan nîşan da ku divê mirov ji bo rastiyê çawa şer bike. Bi mîrateya têkoşînê ku ava kir û bingeha awayekê jinan ê alternatîf li dîroka çapemenî û ragihandinê daniye. Gurbetellî Ersoz ku Gerînendeya Giştî ya yekemîn a jin a li Kurdistanê û Tirkiyeyê ye, li dijî rastiya medyayê ku bi feraseta mêrsalarî bi teşe dibe, bûye hîmekê serekê yê têkoşîna me ya çapemeniya azad. Kevneşopiya me ya çepemeniya jinan bi sekineke şoreşgerî teşe bûye; Li Mexmûrê Denîz Firat, li Şengalê Nûjiyan Erhan, li Rojava Dilovan, li çiyayên Kurdistanê Jiyan Axîn, Avrîn û Roza, bûne hilgirên herî watedar ên vê mîrateyê û bi awayekê bêhempa têkoşiyane.

Zimanê heqîqetê bi hişmendiya jinê me ji nûve înşa kir

Bi sedan jinên Kurd ku ev mîrateya têkoşînê dewir girtiye, li Kurdistan, Rojhilata Navîn û li seranserê cîhanê li dijî feraseta mêrsalarî û tiştên afirandine bi bawerî û zanista jinan pir baş tê dikoşin. Jinên Kurd ku li dijî aqlê mêr-dewlet zimanê rastiyê bi baweriya jinan ji nû ve ava dikin, di xebatên çapemeniyê pêşengtiya serdemek nû dikin. Rastiya jinan ku feraseta mêrsalarî dikeve hewla berovajiîkirina wê, cardin bi civakê re tîne ba hev û li dijî yekdestiyên medyayê yên zayendperest gelek tê dikoşe.

Gef li rojnamevanên qirkirina jinan a faşîzma Tirk a li Kurdistanê teşhîr dikin, civakê ronak dikin, tê xwarin, bi girtin û kuştinê dikevin hewla bêdengkirina wan. Tevî hemû zextan jinên mîrateya rojnamevaniya şoreşger a Gurbetelliyan dewir girtiye, xewna bi tirs û xof a faşîzmê ne. Emê li pey Gurbetelliyê ku gotiye: “Ez ê ji xwe dest bi xweşikkirina jinan bikim’” bi heman bîr û baweriyê, bêyî ku bihêlin tu rastî veşartî bimîne, heta şoreşa jinan pêk bê wê israr û biryardariya me li ser têkoşînê berdewam bike.

Bi vê îdea û biryardariyê careke din em di şexsê hevrêya xwe Gurbetellî Ersoz de hemû şehîdên çapemeniya azad bi bîr tînin, dibêjin bila Roja Rojnamevanên Jinên Kurd li hemû rojnamevanên jin pîroz be.’’