RAJIN: Kevneşopiya rojnamevaniya jinê bi felsefeya azadiya jinê ava bû

Koordînasyona RAJIN'ê bi boneya Roja Rojnamevanên Jin ên Kurdistanê daxuyaniyek weşand û got: Kevneşopiya rojnamevaniya jinê ya Kurd bi felsefeya azadiya jinê ava bû.”

Navenda Nûçeyan- RAJIN’ê  di destpêka daxuyaniya xwe de Gûrbetellî Ersoz, Gulistan Tara, Hêro Bahaddîn, Şîlan Baqî, Şevîn Bîngol, Gulnaz Ege, Denîz Firat, Nûjiyan Erhan, Dilîşan, Dilovan û bi dehan kedkarên çapemeniyê ku di rêya heqîqetê de jiyana xwe ji dest dan bibîranî û wiha got: “Roja Rojnameyên Jin ên Kurd li hemû rojnamevanan pîroz dikin ku di berdêla jiyana xwe de didin ser şopa heqîqetê û mîrateya Gûrbetellî Ersoz dewam dikin. Bi wesîleya salvegera 26'an a komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê ku li dijî felsefeya Rêber Apo ya civaka azad û jin a azad hate kirin, hêzên komploger şermezar dikin û dibêjin, em ê li pey heqîqetê bin û bibin dengê jinan û civakê."

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Gûrbetellî Ersoz ku yekemîn derhênera jin a weşanê ya li Kurdistanê û Tirkiyeyê bû di 7'ê Cotmeha 1997'an de li Başûrê Kurdistanê li gel komek ji hevalên xwe li Garê di kemîna PDK'ê de jiyana xwe ji dest da.

‘Gûrbetellî Ersoz ruhê berxwedanê yê jinên Kurd gihand civakê’

Koordînasyona RAJIN'ê diyar kir ku Gûrbetellî Ersoz mîrateyeke girîng a çapemeniyê li pey xwe hişt û wiha domand: "Di salên 1990'î de ji bo bibe dengê civakê û jinan, bi wêrekî û hişmendiya jinê pêşengî ji têkoşîneke bêeman re kir. Gûrbetellî Ersoz ruhê berxwedanê yê jinên Kurd gihand civakê, bû dengê jinan. Weke yekemîn derhênera jin a weşanê ya li Kurdistanê û Tirkiyeyê derbasî nava dîrokê bû. Li hemberî rastiya medyayê ya bi mejiyê mêr ê serwer ava bûye, bû hêmaneke bingehîn a kevneşopiya me ya çapemeniya jinê. Bi mîrateya xwe ya têkoşînê re li hemberî medya zayendîperest, bingeha rêbaza jinê ya alternatîf danî."

‘Fikrê civaka azad, jin a azad ê’

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku kevneşopiya rojnamevaniya jinê ya Kurd bi felsefeya azadiya jinê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ava bû û hate gotin, "Fikrê civaka azad, jin a azad ê Rêber Apo bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' şênber bû û li çar aliyên cîhanê belav bû. Komploya Navneteweyî ya ku li hemberî Rêber Apo hate kirin, ji bo astengkirina pêkhatina felsefeya azadiyê bû û 26 sal in bi tecrîda mutleq dewam dike. Eger komploya navneteweyî nekarî bigihêje encamê ev yek di encama hewldanên bêhempa yên Rêber Apo, hêvî û hesreta jin û gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn a ji bo azadiyê bû."

‘Gelekî girîng e ku rojnamevanên jin heqîqetê şênber bikin’

Koordînasyona RAJIN'ê destnîşan kir ku berpirsyarê esasî yê polîtîkaya qirkirinê ya li dijî jinan, gelê Kurd û gelan medya zayendîperest û yekperest e û got, "Ji ber vê jî weke rojnamevanên jin, wezîfeya bingehîn a çapemeniya azad kifşkirina polîtîkayên şerê taybet û komplo ye û ragihandina dengê jinan û gelan e.

Em zanin ku azadiya Rêber Apo tê wateya çareseriya pirsgirêka Kurd, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û çareseriya demokratîk a pirsgirêkên Rojhilata Navîn. Lewma di vê demê de ku li Kurdistanê û herêmê şer giran bûye, gelekî girîng e ku rojnamevanên jin heqîqetê şênber bikin. Weke RAJIN'ê em diyar dikin ku bi mîrateya çapemeniya azad a ji Gûrbetellî Ersoz wergirtî li dijî qirkirina jinê, li hemberî komplo û qirikrinê em ê li pey heqîqetê bin."