Rahîbeyên ku rastî tacîzê hatin bang li Papa kirin

Rahîbeyên berê ku ji aliyê rahîbê bi nav û deng Marko Rupnîk ku demekê li dêra Katolîk erk dikir ve rastî tacîzê hatin bang li Papa Franciscus kirin û gotin: “Ji me dixwazin em bêdeng bibin û ji holê rabin, me bê îtîbar dikin êdî ev nayê qebûlkirin.”

Navenda Nûçeyan- Rahîbeyên berê Gloria Branciani û Mirjam Kovac ku diyar dikirin ji aliyê rahîbê Sloven Cazvît Marko Rupnik ku demekê li dêra Katolîk erk dikir ve rastî tacîzê hatine li Roma civîna çapemeniyê li dar xistin.

‘20 rahîbe mexdûrên tacîzê ne’

Rahîbeyên berê, bi awayekî hûrgûlî diyar kir ku ji zarokatiya xwe ve ji aliyê rahîb Marko Rupnik ve rastî tacîza zayendî û psîkolojik hatine û da zanî ku weke wan bi giştî 20 rahîbe mexdûrên tacîzê ne. Rahîbeyên berê diyar kirin ku li dora dêra Katolîk dîwarek ji lastîk heye û divê ew dîwar were hilweşandin. Bang li Papa Franciscus kirin bila wan ji nedîtî ve neyê û guh bide dengê wan.

‘Vatîkan hewl dide me bêdeng bike’

Gloria Brancianî, destnîşan kir ku Vatîkan hewl dide wan bêdeng bike û got: “Me îro çîroka xwe parve kir. Hêviya me ew e ku heqîqet û bêmafiya ku em rast hatine were zanîn lê belê ji me dixwazin em bêdeng bibin û bi awayekê ji holê rabin. Me bê îtîbar dikin û êdî ev nayê qebûlkirin.”

 Banga lêpirsîna serbixwe

Ji amadekara lidarxistina civîna çapemeniyê, rêvebera malpera înternatê ya bi navê ‘BishopAccountability’ ku navenda wê DYA’ye û têkoşînê li dijî tacîz û rahîbeyên di êrîşên zayendî de cih girtî dike Anne Barrett Doyle jî banga lêpirsîna serbixwe kir.

Piştî civinê ji Vatîkanê daxuyanî

Piştî civîna çapemeniyê daxuyaniya ku ji Ofîsa medya ya Vatîkan hat, diyar kir ku bi fermana Papa Franciscus wê doza Marko Rupnik ji nûve were lêkolînkirin. Di vê çarçoveyê de wezareta Îman Doktrin ya Vatîkan wê lêkolînê bide meşandin, ji bo bigihîje hemû zanyariyan lêkolîn bi awayek berfireh tê meşandin.

Tarîkata Cizvit Rupnîk îxrac kiribû

Marko Rupnîk rahîbê Sloven Cizvît ku di heman demê de weke hunermendê mozaîk tê naskirin bi sûcê; ‘Di salên 1990’an de li paytexta Slovenya Ljubljana li hemberî rahîbeyên di civaka dinî de û jinên din êrîşa zayendî û psîkolojîk pêk aniye” ketibû rojeva Vatîkanê. Tarîkata Cizvît ji ber sûcên ku ji gelek jinan dihat Marko Rupnik di Hezîrana 2023’an’de îxrac kiribû.

Komîsyona pêşîlêgirtina destdirêjiyê ya li gel Vatîkan, di Îlona 2023’an de di îdareya di doza der barê rahîb Marko Rupnik, pirsgirêkên cidî hene ji bo Papa kiribû rapor û li vê derê ragihandibû ku xwegihandina mexdûran kêmaniyek cidî ye. Papa jî di cotmeha 2023’an de ferman dabû ku careke din doz were lêkolînkirin.