Rahibe Petrinî ji bo rêveberiya Vatîkanê hat tayînkirin

Papa, rahîbeyek ji bo berpirsyariya di asta herî bilind de ji bo peywira duyemîn tayîn kir. Ev tayînkirina Papa weke nîşaneya girîngiya wî ya pêşengiya jinan a di civakê de hat şîrovekirin.

Navenda Nûçeyan-  Rêveberê rûhanî yê Katolîkan Papa Francis, rahibeyek ji bo erka aste herî bilind di peywira duyemîn de ku berpirsyariya birêvebirina Vatîkanê ye tayîn kir. Li gorî nûçeya Euronewsê, li Vatîkanê cara yekem e ku jinek ji bo wezîfeyeke asta bilind tê tayînkirin. Tayînkirina rahîbe ya Îtalî Raffaella Petrînî ya 52 salî ya ji bo vê wezîfeyê weke nîşaneya girîngîdayîna Papa Francis ê 84 salî ya ji bo pêşengiya jinan a di civakê de hat şîrovekirin. 
Serpîskoposê ku beriya Raffaella Petrînî ev wezîfe girtibû, di rêveberiya Vatîkanê de weke berpirsyarê herî bilind hat tayînkirin.