Rahêner Dîlan Yumlu: Tişta ku hêzê bide jinan xweparastin e
Rahêner Dîlan Yumlu, bang li jinan kir ku li dijî zêdebûna komkujiyên jinan û tundiya li welat, di hunera xweparastinê de xwe baştir bikin û dibejê, "Di xweparastinê de ya herî girîng ne hêza fizîkî ye teknîk e. Xweparastin bi lêdanên li ser xalên hêsas ên (tetîk) di laş de bi bandor e. Ya ku dê jinan ji metirsiyan biparêze ev e."
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed- Li Tirkiyeyê her roj hema bêje 3 jin tên qetilkirin, di meha borî ya Çileyê de 23 jin hatin qetilkirin û 14 jin jî bi rêyên guman jiyana xwe ji dest dan. Li welatê ku şîdet û tacîza li dijî jinan li gorî salên berê zêde bûye, jin di nava fikaran jiyana xwe didomînin. Dema ku li her qadê bangên parastina cewherî ya li dijî tundiya li ser jinan dihatin kirin, rahêner û rahênera xweparastinê Dîlan Yumlu girîngiya xweparastinê ji ajansa me re vegot. Dîlan Yumlu ku yekem pênaseya xweparastinê kir got ku hunera xweparastinê tiştek e wisa ye ku di jiyana hemû zindiyan de heye.
"Hemû jin dikarin xwe biparêzin"
Dîlan Yumlu, diyar kir ku xweparastin ne tenê fizîkî yê di heman demê de li dijî îradeyê jî tê kirin û got, “Xweparastin, parastina ji kesek an komek e li hemberî her metirsiyê. Bersivên me yên ji mirovên li dijî fikir, raman û hestên me derdikevin jî rengek xweparastinê ye. Em dikarin li hemberî nîqaşên devkî xwe biparêzin lê dema dor tê tundî û tacîzê, mixabin, kesê ku pê re rû bi rû maye gavek paşve diavêje. Di fikrê hinêk jinan de têgihîştinek heye ku "Hêza min a fizîkî têra wî nake." Bêguman cudahî di navbera hêza laşî ya heyî de heye lê ev nayê vê wateyê ku jin nikarin xwe biparêzin.”
“Pêwîst e xweparastin bibe parçeyek jiyanê”
Dîlan Yumlu, bal kişand ser zêdebûna qetlîamên li ser jinan ên li welat û got ku pêwîst e xweparastin veguhere qadeke jiyanê û bang li jinan kir ku ji bo fêrbûna xweparastinê perwerde bibînin da ku xwe li hemberî zêdebûna tacîz û şîdetê biparêzin û wiha got: “Hema her roj, herî kêm 3 jin bi hovane tên kuştin. Ji xeynî jinên qetilkirî, jin û zarokên ku rastî destavêtinê hatine jî hene. Ev êrîş bi gelemperî ji aliyê kesên herî nêzî me tên. Ger jinan karibûya bi parastina cewherî bersiva tundiya mêr bidana, ev kuştin zêde nedibûn. Li dijî tacîz, destavêtin û şîdetê divê jin pir girîngî bidin xweparastinê. Di vê wateyê de divê jin fêrî hunera xweparastinê bibin û li hemû qadên jiyana xwe bi kar bînin. Tenê ji xwe bawer bikin, destpêkê hûn baweriya xwe qezenc bikin. Jina ku xwebawerî bi dest xistiye ji sedî 50 xweparastinê fêr bûye. "
"Ji êrîşan bi xweparastinê xilas bûm"
Dîlan Yumlu ya ku dibejê di jiyana xwe de gelek caran rastî êrîşê hatiye diyar dike ku bi rêbazên xweparastinê xilas bûye û wiha dibejê; “Ez du caran rastî êrîşa dizan hatim. Di her du êrîşan de jî min bi hunera xwe ya xweparastinê dizan bê bandor kir. Jina ku tiştê fêr bûye bi perwerdeya 4-5 rojan ve bi kar tîne, ger ew xweparastina xwe bi tevahî fêr bibe dê tu carî li dijî şîdetê bêparastin nemîne. Pêwîst e agahiya jinan ji vê hebê û jiyana xwe li gorî wê jiyan bikin,"
"Xweparastin bi xalên hêsas ên di laş de çêdibe"
Dîlan Yumlu ya ku dibêje xweparastin ne tenê bi hêza fizîkî, bi teknîkê ve jî girêdayî ye, diyar kir ku ev teknîk bi xalên hêsas ên bedena mirov fêr dibin. Dîlan Yumlu di axaftina xwe de ev tişt got: “Ev xala herî girîng a hunera xweparastinê ye. Çi jin, çi mêr ferq nake her kes li hin deverên laşê xwe xwediyê xalên hêsas e. Dema ku destwerdana van xalên hêsas tê kirin, hûn rasterast ên li hemberî xwe bêhêz dihêlin. Piştî vê bi çend tevgerên teknîkî re êrîş û êrîşkarê li dijî me bi awayekî giştî bi hunera xwe ya xweparastinê bê bandor bikin heye. Bi vî rengî, em dikarin kêm û zêde hunera xweparastinê di jiyana me de çiqas girîng e bibînin. Di vê wateyê de, ez difikirim ku divê hemû jin bibin xwedî hunera xweparastinê.”