Ragihandina Rojava êrîşên dewleta tirk şermezar kir

YRJ û YRA êrîşen dewleta tirk ên bi balafirên bê mirov ên bi çek li dijî Jin Tv bi daxuyaniyekê çapemeniyê şermezar kir.

Qamişlo- Dewleta tirk duh bi balafirên bê mirov ên bi çek êrîşî wesayita ragihandina Jin tv kir û di encamê de kedkarê ragihandinê Necmedîn Feysal jiyana xwe ji dest da û Nûçegîhana wan Delîla Egît birîndar bû. Yekîtiya Ragihandina Jin( YRJ) û Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) îro li ber Neteweyên Yekbûyî (NY) ya bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyek çapemeniyê êrîş şermezar kirin. Di daxuyaniyê de bi dehan rojnamevan amadebûn.

‘Bi rojane gelê herêmê dibin armanca êrîşên dewleta tirk’

Daxuyaniya ku ji aliyê Rojnamevan Evîn Brahîm ve hate dayîn wiha bû:

“Îro êrîşên dewleta tirk li hember herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê her berdewam dike. Bi rojane gelê herêmê dibin armanca êrîşên dewleta tirk ne.  Di heman wextê de xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê topbaran û bombebaran dike. Hewildana dewleta tirk ji bo dagirkirina xaka Rojavayê Kurdistan û Bakur û Rojhilatê Sûriyê her berdewam e.”

‘Ji destpêkê şoreşê heta niha 27 rojnamevan şehîd bûn’

Evîn Brahîm desnîşan kir ku rastiya êrîşên dewleta tirk li dijî herêmê yên ku nîşan didin bê guman rojnamevanin û wiha dirêjî da gotina xwe: “Êdî rojnamevanên ku rastiya êrîşan raberê cîhanê dikin, dibin armanca êrîşên dewleta tirk. Ji destpêkê şoreşê heta niha 27 rojnamevan di van herêman de şehîd bûne. Di heman wextê de bi dehan rojnamevan ji bo şopandina rewşa herêmê birîndar bûne.”

‘Dewleta tirk hemû yasayên rojnamevaniyê bin pê dike’

Evîn Brahîm bal kişand ser êrîşa duh li dijî wesayita Jin tv û wiha dom kir: “Duh dewleta tirk cardin êrîşî herêmê me kir û rojnamevan kirin armanc. Xebatkarên Jin tv Necmedîn Feysal şehîd ket û nûçegîhana Jin tv Delîla Egît birîndar bû. Bê guman ev êrîş careke din em weke YRJ û YRA şermezar dikin û sersaxî ji malbata şehîd re û şîfayê Delîla Egît re dixwazin. Ev êrîş ji aliyê dewleta tirk ve binpêkirina mafê rojnamevaniyê ye. Dewleta tirk hemû yasayên rojnamevaniyê bin pê dike. Em îro kom bûne û em dengê xwe dighênin cîhana navneteweyî û helwesta xwe nîşanî cîhanê dikin. Divê êdî li hember van êrîşan rêxistinên mirovî û rêxistinên ku mafê rojnamevanan diparêzin helwesta xwe nîşan bidin.”

Daxuyanî bi sonda li ser xeta rastiyê têkoşîn dê dewam bike bi dawî bû.