Radyoya El- Heyat dengê Bakûr û Rojhilatê Sûryê ye
Radyoya (Sewt El- Heyat) a ku weşana xwe li ser asta Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê dike, bûye dengê tevahî civakê û dengê neteweya demokratîk di herêmê de. Radyo derbasî sala xwe ya 4’emîn dibe û bi hêviyên mezin xebatên xwe didomîne.
RONÎDA HACÎ
Hesekê- Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi giştî, tevgereke zêde ya ragihandinê çêdibe. Gelek dezgehên çapemeniyê yên dîtbarî, nivîskî û guhdarî weşanê dikin. Beriya şoreşa Rojavayê Kurdistanê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li herêmê tenê saziyên çapemeniyê yên girêdayî sîstemên desthilatdariyê dihatin temaşekirin an jî guhdarîkirin. Niha êdî saziyên ku nûnertiya giyanê civakê dikin û nirxên jiyana hevpar a pêkhateyan vedibêjin, li herêmên Bakûr û Rojhilatê sûriyeyê hatine vekirin. Di her bajarekî de ji bajarê Herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê radyo hatine vekirin lê radyoya Sewt El- Heyat bi zimanê Erebî li ser asta Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê weşana xwe dike. Sewt El- Heyat di 1’ê Tebaxa sala 2018’an de li ser pêla 106.5 des bi weşana xwe kir.
Têkildarî 4’emîn salvegera Radyoya (Sewt El- Heyat) endam û rêvberên radyoyê ji mebre axivîn û nêrîna xwe bi me re parve kirin.
Sewt El –Heyat dengê gelan digihîjîne hev
Endama Rêvberiya Radyoya Sewt El –Heyat Raniya Mihemd da zanîn ku armanca wan ew e dengê hemû gelên Bakurê û Rojhilatê Sûriyeyê bi hev re parve bikin û wiha got: “Radyoya Sewt El- Heyat ji saet 7:00 sibehê de dest bi weşana xwe dike û heya saet 24:00 xatir ji guhdaran dixwaze. Di hundirê weşana me de bernameyên cur be cur weke bernameya siyasî, civakî, leşkerî, aborî, jin, herikîna sibeha, kurtenûçe û nûçeyên berfireh tên pêşkêşkirin. Weşana me bi zimanê Erebî ye, ji ber di herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê de gelek pêkhate dijîn û bi zimanê Erebî dizanin, ji bo wê me xwest em xwe bigihîjînin wan. Di radyoyê de 13 xebatkar dixebitin jê 7 jin in. Di her bajarekî de nûçegihanên radyoya Sewt El– Heyat ji bo xwegihandina dengê gel hatine perwerdekirin û erkdarkirin.”
“Di pêşxistina xebatên çapemeniyê de jin pêşeng in”
Raniya bal kişand ser rola jinên rojnemevan di girîngiya guhertina hişmendiya civakê de û wiha domand: ”Jinên rojnamevan di nava vê civakê de jiyane, êşa wê kişandine û baş nas dikin. Di destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê de, bi sedan jinên rojnamenvan li hemberî zîhniyeta civakê têkoşiyan û ji bo derxistina rastiyê canê xwe feda kirin. Jinên rojnamevan barê herî giran dan ser milên xwe, li aliyekî şerê hişmendiya civakê kirin û li aliyê din jî ji bo guhertina vê hişmendiyê û derxistina heqîqetê kar û xebat dan meşandin. Derxistina rastî û naskirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê ya ku bi pêşengiya jinan dest pê kir erke jinên rojnamevan bû, lewma di pêşxistina xebatên çapemeniyê de jin roleke pir girîng lîstin. Di nava 4 salan de radyoya Sewt El –Heyat gavên pir girîng avêtin. Îsal radyoya Sewt El- Heyat di nava radyoyên di Sûriyeyê de yekem radyoya di nava civakê de tê guhdarkirin, derket. Ev jî cihê pîrozbahî û serbilindiyê ye.”
“Armanca me xwegihandina her malê ye”
Xebatkara Sewt El-Heyat Ciwana Xelef da zanîn ku xebatên radyoyê ji bo pêşxistin û avakirina civakeke saxlem xwedî roleke pir girîng bû û wiha nêrîna xwe anî ziman: “Her kes dizane ku di her malê de û bi her kesê re înternet heye, dewletên desthilatdar jî ev yek ji xwe re qezenc kirin û civak li gorî berjewendiyên xwe didan meşandin. Şerekî taybet li ser ciwanên civaka me tê meşandin, îro em weke ragihandin erka me ew e em vê zîhniyetê biguherînin û mirovên xwedî fikrên azad bi rêxistin bikin. Em naxwazin mirovên civaka me dûrî hev bikevin û em dixwazin jiyana xwe bi hev re parve bikin. Ji bo wê armanca me ew e em xwe bigihîjînin her malê û van rastiyan bi wan re parve bikin. Di vê salê de me navenda nûçeyên jinan vekir. Ev gaveke pir girîng û pêşketî ye, ji bo em bikaribin bibin dengê jinên azad em giranî didin bername û navenda nûçeyên jinan.”
Hedefgirtina rojnamevanan
Ciwana destnîşan kir ku di êrîşên li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê de destpêkê rojnamevan hatin hedefgirtin û heya roja îro jî li gelek deveran tên binçavkirin û wiha dawî li axaftina anî: “Dijminên me ji bo wehşet û binpêkirina ku li ser civakê dike veşêrin, destpêkê rojnamevan û dezgehên çapemeniyê dikin hedef. Mînaka wê dema dewleta tirk êrîşî bajarê Serêkaniyê kir destpêkê Radyoya Waşûkanî topebaran kir, paşê hejmarek rojnamevan hedef girt. Heya roja îro jî li Bakûrê Kurdistanê jinên rojnamevan tên hedefgirtin û binçavkirin. Bi van kiryaran dixwazin dengê rastiyê bifetisînin, wehşet û qetilamên ku der heqê civakê de pêk tînin ji raya giştî re neyên parvekirin.”