Radiya Dengê Xabûr xwe gihandiye hemû pêkhateyên Hesekê
Endamên Radyoye Dengê Xabûr 6’emîn salvegera dengê Xabûr li pêkhateyên Hesekê pîroz kirin û dibêjin ku jin di her xebatê de roleke aktîf a guhertinê lîstine, yek jê qada ragihandinê ye.
RONÎDA HACÎ
Hesekê - Radyoye Dengê Xabûr di 14’ê Gulana 2015’an de li Bajarê Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi weşanê kir. Xabûr F.M di destpêkê de rastî gelek zehmetiyan hat, weşana wê gelek caran ji aliyê dewleta tirk ve hat qutkirin lê tevî wê xebatên xwe bi bernameyên reng e reng berdewam kir. Xabûr F.M deng û çavkaniya wekheviya gelan li bajarê Hesekê ye. Weşana Xabûr ji saet 7’ê sibehê dest pê dike heya 12’ê êvarê xatir ji guhdaran dixwaze. Bi bername, nûçe û stranên cur be cur li ser frenkansa 98.5 weşana xwe dike. Pênaseya navê Xabûr a li radyoyê hatiye kirin ew e ku ji ber çemê Xabûr di nava gundên Kurd, Ereb û Suryan re derbas dibe, çemê Xabûrê mînaka yekitiya gelan e ji ber wê navê radyoyê kirin Xabûr. Radyoye Xabûr karibû di nava 6 salan de bibe dengê rastiyê û têgîna neteweya demokratîk, jiyana hevbeş û wekheviya gelan esas digire.
Radyoye Xabûr yek ji destkeftiyên Şoreşa Rojava ye
Hevseroka Radyoye Xabûr F.M Mizgîn Hesen da zanîn ku ev radyo di rewşeke pir hesas de ku pêwîstiya şêniyên Hesekê pê hebû hatiye vekirin û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Ji bo em bikaribin xwe bigihînin her malê û her mirovê me ev radyo ava kir. Di nava xebatên dengê Xabûr de 13 xebatkar hene jê 8 jin in. Di weşana Xabûr de bernameyên siyasî, civakî, çandî, aborî, leşkerî û yên nava rojê tên pêşkêşkirin. Radyoye Xabûr di şert û mercên zehmet de hat damezirandin, di wê demê de êrîş ji aliyê rejîma Sûriyeyê û komên çeteyên DAIŞ‘ê ve li ser bajêr dihat kirin, pêwîst bû weşangeriyek hebe van rastiyan raxe ber çavan. Radyoye Xabûr dikaribû rastiya bûyeran ragihîne û bibe dengê civakê. Radyoye Xabûr bernameyan bi zimanê Kurdî û Erebî amade dike û di demên pêş de jî zimanê Suryanî wê lê zêde bibe. Weke hemû xebatan jin ji xebatên radyoyê re pêşengiyê dikin. Jin di aliyê pêşkêşvanî, teknîk, montaj û rêveberiyê de cih digirin û dibin dengê berxwedana gelê Hesekê li beramberî êrîşan. Avakirina radyoyan yek ji destkeftiyên herî girîng ên Şoreşa Rojava ye."
Xabûr bû dengê civakê
Mizgîn bal kişand ser girînigiya xebatên çapemeniyê û wiha domand: “Bi rastî cihgirtina hejmareke mezin a jinan di qada ragihandinê de cihê kêfxweşiyê ye, ji %70 endamên ragihandina Rojava jin in. Bêguman ragihandin pir xebateke cidî ye, jê re kesayetiyên xurt, jêhatî û di aliyê raman de vekirî pêwîst in. Bêtir jin dikarin di vê qadê de rengê xwe derxîn holê û rastiya xwe û ya civakê jî binasin. Tevî saetên kar dagirtî ne jî em wekî xebtkarên radyoyê perwerdeyên xwe yên rojane û heftane jî dibînin. Ji ber ku pêwîstiya her endamek raghandinê bi guhertin û veguhertinê heye ku asta hişmendiya xwe bi pêş bixin da bikaribin civaka xwe li ser fikrên azad bidin avakirin."
Rûpela Dengê Xabûr a Fesbookê çend caran ji aliyê kesên dijbertiya rûpelê dikin hat rawestandin lê xebatkarên radyoyê her dem di nava kar û xebatê de bûn. Mizgîn wiha ez mijar anî ziman: “Ne tenê rûpelên me tên hedefgirtin her wiha rojnamevan jî tên hedefgirtin mînaka wê jî êrîşên dewleta tirk ên li ser Serêkaniyê bûn, destpêkê rojnamevan hedef girt. Hedefgirtina rojnemevanan armanca wê ew e ji bo wehşeta dijmin bi raya giştî re neyê parvekirin. Em ê şopdarên riya şehîdan bin pênûs û kameraya wan li erdê nehêlin. Em ê bibin dengê qêrîna civaka xwe.”
“Xebatên radyoyê bi keda jinan bi pêş ket”
Endama Radyoya Xabûr Bêrîtan Xalid bername û nûçeyên jinan di radyoyê de pêşkêş dike, têkildarî salvegera Dengê Xabûrê wiha nêrîna xwe anî ziman: "Ji beşa teknîkê heya weşan û amadekirina bernameyan tevahî jin xebatên wê dikin, Radyoya Xabûr jî bi keda jinan hatiye avakirin. Di destpêka avakirina Xabûr de 3'ê hevalên jin bi tenê tevahiya weşanê dan ser milên xwe, niha jî em hemû hevalên jin bi hev re karê xwe dimeşînin. Xebata ku jin tê de cih bigrin, ew xebat serkeftî ye. Bi derfetên kêm me hewl da hebûna jinan bi pêş bixin di hemû qadên jiyan û avakirinê de. Elbet bi civakê û paşverûtiyên xwe re jî me şer kir heya em gihîştin vê astê. Em dikarin bejin Dengê Xabûr ji şoreşê û pêşketinên wê re bû bersiv. Wekî jin em hewl didin xebatên xwe bigihînin asteke bilindtir û dixwazin bi nêrîn û têgihîştina jinan di qada ragihandinê de xebatê bi pêş bixin."
“Aramanca me guhertina hişmendiya jinê biçuk dixe ye”
Bêrîtan bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ez di dengê Xabûr de bernameyên jinan û nûçeyên teybet ên jinan çêdikim û pêşkêş dikim. Bernameya min bi navê Asoya jin û Jiyana Dayikê ye. Ev yek gaveke mezin e, em bi wê dikarin hişmendiya civakê bidin guhertin û zîhniyetek azad, wekhev bidin avakirin. Eger jinan pêşengiyê di qada ragihandinê nekiribûna, rastiya şoreşa Rojava dernediket holê. Îro em weke jinên rojnamevan erka me ew e ku em zîhniyeta desthilatdar bidin guhertin û jinan bi rastiya wan dewlemend bikin, bixemilînin.”