Radhia Al-Jerbi bû Seroka Yekîtiya Niştimanî ya Jinên Tûnisê

Di kongreya 15’emîn a Yekîtiya Niştimanî ya Jinên Tûnisê de Radhia Al-Jerbi bû seroka nû ya yekîtiyê.

Tûnis – Encamnameya 15’emîn kongreya Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Tûnisê ku di navbera 2-3’ê Kanûnê de pêk hat, hatin eşkerekirin. Navên ku dê 5 salên pêş me di rêveberiya sendîkayê de cih bigirin bi raya giştî re hatin parvekirin. Radhia Al-Jerbi weke seroka nû ya Yekîtiya Niştimanî ya Jinên Tûnisê hat hilbijartin.

Ji 72 jinên ku ji bo endamtiya Komîteya Navendî namzed bûn, 50 jin hatin hilbijartin. Navê endamên ku ji bo Lijneya Rêveberiyê hatin hilbijartin wiha ne:

“Najla Benmiloud, Alia Daloul, Rawda Kaanish, Salha Dawa, Olfa Sharaf Al-Din, Fathia Al-Hadar, Karima Jarad, Najah Al-Samali, Mounia Bouzid, Lamia Ben Hammadi, Maha Al-Barqawi, Assia Al-Harabi û Sania Al-Sharif.”