RÊPAK: Jin dikarin rolek Pêşeng di pêşxistina Yekîtiya Neteweyî de bilîzin
RÊPAK’ê di bultena xwe ya Gulanê de, şerê Îran-Îsraîlê, yekîtiya neteweyî ya Kurdan nirxand. Destnîşan kir ku têkoşîna desthilatdariyê li Başûrê Kurdistanê li pêşiya yekîtiya neteweyî astengiyan ava dike.
Navenda Nûçeyan – Tora Têkiliyên Jinên Kurd (RÊPAK) bultena xwe ya meha Gulanê weşand. Bultenê pêşketinên herêmî, nakokiya Îran-Îsraîlê, hewldanên ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurdan û rola jinan di vê pêvajoyê de nirxand.
‘Sîtstemên heyî pirqatî û hegemonk in’
Bultenê diyar kir ku niha sîstemeke pirqatî û hegemonîk ava dibe û hevsengiyên ku di sedsala 20’an de hatine avakirin dest bi hilweşînê kirine. Di nirxandinê de hat destnîşankirin ku di êrîşên di navbera DYE û Îsraîlê yên li dijî Îranê de, ji ber armancên xwe yên stratejîk têne rêvebirin, roleke girîng dilîze û armanca sereke ya DYE’yê ne tenê guhertina rejîmê ye, di heman demê de bidawîanîna bernameyên nukleerî û mûşekên balîstîk ên Îranê ye, her wiha rawestandina piştgiriya ji bo Hûsiyan û Hizbullahê ye.
Daxuaniyê destnîşan kir ku êrîşên hewayî zirareke mezin a aborî û leşkerî dan Îranê, lê rejîm neguherand û wiha berdewam kir: “Vî şerî derbeyeke giran li rejîma Îranê da. Lê belê, gelek rastî jî eşkere kirin. Helwesta gelê Îranê berbiçav bû û mînakek danî ku divê were nirxandin.”
‘Dîmenê siyasî li Başûrê Kurdistanê astengiyek li pêşiya yekîtiya neteweyî ye
Bultenê tekez kir ku partiyên siyasî yên Kurd li hemû beşên Kurdistanê yên li derveyî Başûrê Kurdistanê bi avakirina platformên neteweyî gavên girîng ber bi pêşxistina helwesteke siyasî ya hevpar ve avêtine.
Daxuyaniyê balkişand ser rola rêxistinên jinan û wiha domand: “Bi rêya civîn û nîqaşan jin beşdarî hewlên yekîtiya neteweyî dibin û Konferansa Yekîtiya Neteweyî ya li Bakurê Kurdistanê hat lidarxistin wekî pêşketinek girîng e.
Lê belê, di bultenê de hate destnîşankirin ku rewşa siyasî ya heyî ya li Başûrê Kurdistanê hewldanên ji bo yekîtiya neteweyî dijwar dike û di bultenê de ev nirxandin jî cih girt: “Dewleta siyasî ya li Başûrê Kurdistanê, li şûna pêşxistina hevkariyê li ser bingeha berjewendiyên hevpar, bûye astengiyek li pêşiya yekîtiya neteweyî. Şerê desthilatdariyê yê di navbera partiyan de berdewam dike. Ev yek cihê Kurdan li Iraqê qels dike û herêma Kurdistanê ji îradeya siyasî bêpar dihêle. Ji ber vê yekê, rastiya heyî ya li Başûrê Kurdistanê yek ji astengiyên herî mezin ên li pêşiya yekîtiya neteweyî ya Kurd e.”
‘Jin di civakîkirina yekîtiya neteweyî de bi bandor in’
Bultenê girîngiya stratejîk a rola jinan di yekîtiya neteweyî de tekez kir. Her wiha diyar kir ku jin dikarin ji bo civakîkirina yekîtiya neteweyî xebateke bi bandor bikin û xwedî potansiyeleke civakî ya bihêz in ku zextê li ser aktorên siyasî bikin. Platformên jinan ên li her çar parçeyên Kurdistanê dikarin bi hewldanên afirîner û rêxistinkirî astengiyên heyî derbas bikin.