Qutkirina avê û hişkesalî li Minbicê zirarê dide çandiniyê
Cotkarên Minbicê, diyar kirin ku ji ber qutkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve û hişkesaliyê berhemdariya çandiyê kêm e û diyar kirin ku wan hêviyên xwe bi baranê re girê dane.
SÎLVA Al-ÎBRAHÎM
Minbic- Çemên Dîcle û Firatê, ji bo gelên Kurdistan û Mezopotamyayê çavkaniyên jiyanê yên girîng in. Lê dewleta Tirk, ji sala 1998’an vir ve ava çemê Firatê li dijî gelên Sûriye û Rojava wek çekek bi kar tîne. Dewleta Tirk bi taybetî bi qeyrana Sûriyeyê ya sala 2011’an, bi qutkirina ava çeman re peymanên navneteweyî binpê dike. Cotkar, ji ber qutkirina avê ya ku bi zanebûn û hişkesaliya tê jiyîn, nikarin ji çandiyên xwe berhema dixwazin bistînin.
Ji ber barana dereng bandora neyînî li çandiyê çêbû
Yek ji cotkarên li gundê Al-Naîmiye yê navçeya Ebû Kalkal ku dikeve başûrê rojavayê bajarê Minbicê Fawza Mihemed, da zanîn ku ji ber ku baran di dawiya Mijdara îsal de bariye, bandorê li berhemên wan kiriye. Fawza Mihemed, diyar kir ku li gund gelek kes bi çandiniyê re mijûl dibin û wiha got:
“Em bi gelemperî ceh, genim û nîsk diçînin. Lê belê, îsal ji ber ku baran dereng hat, mezinbûna tovan bi derengî xist. Ev rewş bandorek neyînî li hilberînê jî dike. Zeviyên çandiniyê bi gelemperî di pêvajoyên vê mehê de kesk dibin û lê îsal ne wiha ye. Min ceh çand lê dirêjiya berhemê 10 santîmetre derbas nekir.”
'Me hêviya xwe bi baranê ve girê daye'
Ji gundê Nûimiyê Îman Mihemed jî diyar kir ku ji ber qutkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk û nebûna ava bîran nikarin çandiniyê xwe av bidin rojên zehmet dijîn. Îman Muhammed, destnîşan kir ku hemû hêviyên xwe bi baranê ve girê dane û wiha got: "Me jî hemû hêviya xwe bi baranê ve girê daye."
'Me tenê berhemên ku bi baranê çêdibin çand’3e
Îman Muhammed, diyar kir ku hewl dide li hektarek cih, ceh biçîne lê ji ber dereng hatina baran wê nikaribûn berhema ku dixwazin bi dest bixin û wiha got:
“Dema av hebû me hemû berheman diçand. Nebatên avdanê yên wek gulberoj, garis û pembû hebûn û baxçeyên me yên fêkiyan pir hebûn. Lê bi salan e bi kêmbûna çemê Firatê re, me tenê berhemên ku bi baranê çêdibin çandin. Ez şerê bi avê yê ku dewleta Tirk a li dijî gel dike şermezar dikim. Dewleta Tirk debara jiyanê ya li herêmê hedef digre. Divê civaka navneteweyî tiştên tên jiyîn bibîne û bertek nîşan bide.”
‘Ji bîran av dernakeve'
Fadela Al-Hamad jî got ku çemê Firatê ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çavkaniya jiyanê ne û wiha got: “Dem bi dem qutbûna ava çem, gelek kesan neçarê kolandina bîrên avê kir. Lê daketina asta ava çem bandor li ava bin erdê jî kir. Min jî sê bîran koland lê ji yek ji wan jî av derneket. Ji ber vê yekê ez ji mala cîranê xwe yê ku ava bîrê heye, tenê hewcedariya xwe ya avê ya rojane dabîn dikim.” Fadela Al-Hamad jî diyar kir ku xwe bi baranê ve girê daye û ger baran nebare dê nikaribin ji tiştên çandine berheman bigrin.
'Ava me ya vexwarinê jî nîn e'
Fadela Al-Hamad, diyar kir ku salên pirsgirêka avê tunebû, gelek berhemên çandiniyê û sebzeyan diçandin û wiha got: “Pêwîstiya me bi bîrê tunebû, me guh nedida derengketina baranê jî. Lê niha rewş cuda ye. Ava me ya vexwarinê jî tune ye. Divê ji bo herikîna ava ku dikeve para me, zext li dewleta Tirk bê kirin. Ji ber ku ev rewş di her wateyê de bandorek neyînî li cotkaran dike."
Hevseroka Komîteya Jîngehê ya bajarê Minbicê Yusra Khaled jî bal kişand ser germahiya kûrewî û guherîna avhewayê û da zanîn ku parastina xweza û jîngehê erka hemû kesan e.