"Qutkirina avê sûcek mirovî ye"
Hevseroka Saziya Ceyranê ya bajarê Hesekê Sûzan Şakir da zanîn ku dewleta tirk qutkirina avê wekî çek û amûrekî qirkirin û koçberkirinê li dijî gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bikar tîne.
RONÎDA HACÎ
Hesekê-Ji despêka Şoreşa Rojava dewleta tirk a dagirker qutkirina avê wekî çekek qirkirin û fetisandinê li dijî gelên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê –Rojava bi kar tîne. Ji sala 2011'an de çemê Xabûr ku gundewarê xeta Xabûr ku gelê Aşûrî li ser jiyan dikirin û qutkirina avê bû sedema koçberbûna wan. Di 23'yê sibata 2013’an de dema çeteyên DAIŞ êrîşî Til Temir û xeta Xabûr kirin dewleta tirk ji bo dîlgirtina gelê Aşûrî çemê Xabûr berda û bi sedan kes ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin dîlgirtin.Di heman demê de dewleta tirk di êrîşên li ser Serêkaniyê Stasyona Elok dagir kir û ev yek li dijî pêkhateyên Hesekê bi kar tîne û her car ava vexwarinê li ser qut dikin.
Ji destpêka îsal ve bi taybetî di 27'ê meha Çile de, Tirkiyê ava çemê Firatê jî heta asta zêdetir kêm kir, bi awayekî gihiştiye asta herî nizim di dîrokê de. Di encamê de ev hefteyek kehrebe li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê hatiye qut kirin. Vê yekê bi awayekî rasterast bandor li ser gelek warê jiyanê kiriye bi taybetî berhemanîna ceyran û çandiniyê dike.
Çemê Firatê çemê herî mezin ê Rojava-Rojhilatê Asyayê ye. Çem ji Bakurê Kurdistanê dest pê dike, diherike Rojavayê Kurdistanê, ji wir derbasî nav Rojavayê Kurdistan û Sûriyeyê dibe û ji wir jî diçe bi çemê Dîcleyê re li Şatul Ereba Iraqê digihîjin hev û dikevin bendava Besrayê. Dirêjahiya çemê Firatê 2 hezar û 940 km ye. Li nav sînorê Bakurê Kurdistanê hezar û 263 km, li nav rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê 640 km û li nav Iraqê hezar û 160 kîlometre ye û havzaya avê ya herî mezin a li bakurê Kurdistanê ye. Derbarê vê mijarê Hevseroka Saziya Elektrîkê ya bajarê Hesekê Sûzan Şakir ji ajansa me re nirxandin kir.
"Qutkirina avê sûcek li dijî mirovahiyê ye"
Sûzan Elî tekez kir ku armanca dewleta tirk ji qutkirina çemê Xabûr, çemê Xabûr û stasyona Elok binxistina pirojeya Netewa Demokratîk e û wiha pêl da gotina xwe: "Ev siyaseta qirêj li dijî pîvanên mirova ye, ev bi xwe re karîseyek mirovî tîne. Ji ber ku ev herdû çemana rolek wan pir girîng heye, yek jê kehrebe dide, çandinî li ser tê kirin û ava vexwarinê peyda dibe. Dewleta tirk bi van kiryaran dixwaze rê li ber koçberkirinê veke, îradeya gelan bişkîne û derbeyek li pirojeya Netewa Demokratîk bixîne.Dewleta tirk sûcek li dijî mirovahiyê pêk tîne. Niha rewşa ceyranê ji 8 torbînan yek tenê tê şuxlandin ew jî ji bo xeta xizmetguzarî tê bi kar anîn."
`Qutkirina avê dibe sedema fetisandina jiyanê"
Sûzan destnîşan kir ku ji ber qutkirina ava Firatê ceyran li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê qut bûye û wiha domand: "Qutkirina ava Firatê xeteriyek li ser jiyana gela ye, di heman demê de bi hezaran cotkar di riya wê de erdê xwe av didin û debara jiyana xwe dikin , ev dibe sedem ku zad ango pembo hişk bibe, ji ber ku niha herî zêde giranî dane bîran û ji ber wê jî her ku diçe ava bîran jî kêm dibe. Pêwiste dewleta tirk dev ji kiryarên qirêj berde, ev li dijî pîvanên mirovî ne û karekî bê exlaqî ye. Jiyan dide fetisandin. Divê civaka navneteweyî û desteyên Neteweyên Yekbûyî yên berpirsiyar ji bo dozên parastina mafên mirovan bi lez destwerdanê bikin."
Çemê Xabûrê ku cîdera wê li Tirkiyê ye, dirêjahiya wê 320 km ye. Xelkê cizîrê bi xêra çemê Xabûrê çandiniyê li pêş dixistin û debara jiyana xwe li ser dikirin. Xeta Xabûrê beriya êrîşên DAIŞ’ê piraniya wan pêkhateyên Aşûrî li ser jiyan dikirin, lê niha ew xet hêjmarek pir kêm lê dimînin.
"Ji ber qutkirina avê 16 donim li gel me şewitîn"
Fatma Emîn 50 saliye û dayika 6 zarokan e, li gundê Til Xezal ya girêdayî bajarê Hesekê û li ser xeta çemê Xabûr dikeve diyar kir ku ji ber qutkirina ceyran û avê nêzî 6 donim genim û 10 donim pembo şewitî û wiha axaftina xwe domand: "Temenê min 50 sal e me tiştek bi vî rengî ne dît, ji ber qutkirina ava Xabûr me bîr ji xwe re kola, bîra me ava şêrîn e, lê ji ber ku dewleta tirk stasyona Elok dagir kir, em wê bîrê ji bo gelê Hesekê bikar tînin, rojane 30 sehrîc tên dagirtin. Em nikarin erdê xwe av bidin ji ber jiyana mirovan di xeteriyê de ye. Lê niha jî çemê Firatê qut kir û ceyrana li ser me jî qut bû, ev nayê qebûl kirin, di tu zagonî de nayê qebûl kirin. Ez rojane bi dilekî şewat têm nava erdê xwe û digrîm. Di salên borî de di riya şêniyên razayî ya DAIŞ'ê ve zadê me şewitandin, îro jî ji ber qutkirina avê tê şewitandin. Pêwiste rêxistinên mirovî ceza li ser van kiryaran ji dewleta tirk bixweze. Em cotkarin debara me li ser çandiniyê ye, me pembo çand ji ber qutkirina avê, me dev jê berda û zadê me ji ber tîbûnê şewitî. Berê li ser xeta ava Xabûr pêkhateya Aşûr dijiyan û bexçeyên mezin ên darê tirî, hinar û fêkî diçandin. Lê bi qutkirina ava Xabûrê re hemû dar û bêrên wan zûha bû û koçber bûn. Ev xak xaka me ye û dayik û bavên me li ser jiyane û mafê me ye ku em bi awayekê aram li ser bijîn."