QSD: Dewleta Tirk sûcê dijî mirovahiyê dike

Navenda Ragihandinê ya QSDˈê bi daxuyaniyekê bîlançoya 24 saetên dawîn a êrişên dewleta Tirk eşkere kir û diyar kir ku dewleta Tirk sivîlan û bînesaziyan dike hedef û sûcên dijî mirovatiyê dike.

Navenda Nûçeyan – Navenda Ragihandinê ya Hêzêzn Sûryeya Demokratîk (QSD)'ê têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên li ser başûrê Minbicê û berxwedanê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku êrişên dewleta Tirk li dijî sivîlan didome û ev êriş sûcên dijî mirovatiyê ye.

Di daxuyaniya QSD’ê de ev tişt hate gotin:

“Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên eşkereyî li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Rojane gundan, qadên niştecihan û binesaziya herêmê dike hedef û sûcên li dijî mirovahiyê dike.

Dewleta Tirk a dagirker duh (Şemiyê) ji saetên sibehê heya saetên nîvro bi obîsan êrişên li ser pêşiya gundê Xirbe Zemala yê gundewarê Bendava Tişrînê da destpêkirin. Piştre çeteyan êriş li ser gir dan destpêkirin. Şervanên me bersiva êrişan da; hejmarek kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn, çeteyên din jî ji qadê reviyan.

Çeteyan li vê herêmê êrişî nuqteyeke din a şervanên me kirin, lê bi berxwedaneke mezin a şervanên me rû bi rû man. Bi qasî hat tesbîtkirin 3 çete hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn. Şer û pevçûn heya saetên destpêkê yên êvarî dewam kir.

Dema çeteyan hewl dan cenazeyê kuştiyên xwe rakin, Yekîneyên Şehîd Harûn li 3 kombûnên çeteyan û erebeyên wan ên veguhestina leşkeran û erebeyek din a Pic Up xistin. Li vir jî hin çete hatin kuştin û hin din jî birîndar bûn, lê hejmara zelal nehat bidestxistin.

Li derdora Girê Syriatel Yekîneyên Şehîd Harûn taneke û erebeyek doçka li ser a çeteyan derbe kirin. Şervanan 2 çete birîndar kirin.

Li eniya Dêr Hafirê jî, çeteyan bi guleyên hawnan li bendekê dan. Di encamê de sivîlek birîndar bûn. Şervanên me bersiva topbaran dan.”