QSD: 15 hezar welatî ji aliyê çeteyan ve hatin dorpêçkirin
QSD’ê diyar kir ku wesayîtên 15 hezar welatiyên ku ji ber êrîşên li ser Şehbayê kampên xwe vala kirine, ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatine dorpêçkirin.
Navenda Nûçeyan- Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi hezaran sivîlên li herêma Şehbayê asê mabûn, revandine.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: “Komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker êrişeke berfireh a revandin û kolekirinê li dijî sivîlên li herêmên Şehba ya bakurê Helebê asê mabûn, pêk anî. 120 erebeyên ku bi sedan welatî tê de bûn û dixwestin xwe bigihînin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li nêzî herêma Şêx Necar ji hêla çeteyan ve hatin revandin. Çeteyan ev 2 roj bû derketina welatiyan asteng dikir.
Bi armanca kolekirinê jî wan koman, zêdetirî 15 hezar sivîl girtin û hejmareke mezin revandin. Tevî vê yekê jî wan tî û birçî dihêlin."