Qonaxa yekemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê bi dawî bû

Bi armanca dawîkirina qonaxa yekemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehî li Kampa Holê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyanî da.

 
Hesekê- Operesyona Mirovî û Ewlehiyê ya ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn, bi alîkariya YPJ/YPG'ê û QSD'ê di 28'ê Adarê de dabûn destpêkirin, îro bi daxuyaniyekê qonaxa yekemîn bi dawî kirin. 
Daxuyaniya ku ji aliyê Berdevkê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elî Hesen ve hate xwendin, wiha bû:"Îro, Pêngava yekemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ya ku li Kampa Holê, ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi alîkariya Hêzên YPJ/YPG'ê û  QSD'ê ve, di 28'ê Adarê de dabûn destpêkirin , bi dawî kirin. Operasyona ku hatibûn destpêkirin  bi armanca vegerandina ewlehiyê ji nîştecihên kampê re bû. Operasyona ku bi 5 hezar ji hêzên me beşdar bûn, ew feriz kir ku li hember pirsgirêka navneteweyeyî ku ji hêz û qabîliyeta me zêdetir e, bisekine. Hêzên me li hember hemû Kampê û yên ku têde dijîn rêz girtin. Taybet di derheqê zarokan de, ji ber ku beşa herî mezin ji nifûsa Kampê zarok in û yên ku herî zêde bi ideolojiya terorê bandor bibe û zirarê bide û dikşînin nava karên terorê de ew in. Operasyona me li ser bingehê exlaqî, qanûnî û mirovî, di avakirina hewîrdoreke aramî, afirandina mercên jiyanê yên mirovî ku hewceyeke wê yê sereke di hundirê kampê de, hatibû destpêkirin. Ku ev kamp yek ji xetertirîn kampên cîhanê ye û zêdetirî 60 hezar kes ji 57 welatan de lê dijîn. Piraniya wan jî malbatên DAIŞ'ê ne, ku bi armanca di hundirê kampê de bixebitin û rêxistina xwe xurt bikin, jîngeheke guncaw ji xwe re biafirînin, da ku ji berê zêdetir li ser tevahî cîhanê, xeteriyekê avabikin û terora xwe bidomînin. Tenê ji destpêkirina vê salê de 47 kes li Kampa Holê hatine darvekirin.
"125 şaneyên veşartî hatin girtin"
 Elî Hesen di berdewamiya daxuyaniyê de diyar kir ku 125 ji şaneyên veşartî hatine girtin û wiha dewam kir: "Em îro Qonaxa Yekemîn ji Operasyona Mirovî û Ewlehiyê, ku 5 rojan dewam kir bi dawî dikin. Piştî lêgerîna bi baldarî û bi rengekî pirofesyonaltiyê 125 ji şaneyên veşartî ku di nav de 15 jinên DAIŞ'î hatin girtin. 20 ji wan berpirsên bûyerên qetilkirinê di hundirê kampê de bûn. Her wiha gelek alavên leşkerî û sîstemên teqemeniyê jî hatin girtin. Me gelek hucreyên DAIŞ'ê di hundirê kampê de û payebilindên wan jî girtine. Lê heya niha jî tehlûkeya di hundirê kampê de hîn jî neqediyaye û wê bidome. Eger ev rewş bi rengî bimîne û civaka navdewletî wê wekî pirsgirêka xwe jî nebîne, wê çareser nebe. Divê ku çareseriyên guncaw ji welatan re were dîtin, da ku hemwelatiyên xwe yên li Kampa Holê dîsa vegerînin warên wan. Serkeftina Operasyona me li Kampa Holê jîngeheke ewledar û aramîtir da çêkirin. Helbet ev yek jî bêyî piştgiriya navneteweyî dirêk dewam nake. Êdî dem hatiye ku vê fersendê bikar bînin û çareseriyeke demdirêj bibînin. Zîhniyeta teror û tawanbar hîn jî zindî ye û berdewam dike û gefan li hemî cîhanê dixwe. Em, di Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê , hewldanên hêzên xwe, Hêzên Sûriya Demokratîk QSD'ê, Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin, ji bo xebata wan a profesyonel û pispor ji bo gihîştina armancên operasyonê silav dikin."
Her wiha Hêzên ku beşdarî operasyonê bûn, xelat girtin. 
Piştî daxuyaniyê hêzên ku beşdarî Operasyonê bûn, ji hundirê Kampa Holê vekişiyan.