Qeymeqam soza konê da lê piştî kamera hat girtin çû!
Mexdûra erdhejê Yuksel Çiftci ya ji Hatayê, diyar kir ku walî, qeymeqam û fermandar li ber kamerayan soz dane konê bidin wê lê piştî kamera hatine girtin pişta xwe dane û çûne.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Hatay- Li Antakyaya ku di bin bêhna xirbe, cenaze û tozê de hatiye hiştin, tevî ku hefte derbas bûne jî welatî bê kon in. Cenazeyên di bin xirabeyên avahiyê de mane jî bi xebatên kepçeyan derdikevin holê. Yuksel Çîftçî ya li Taxa Armutluyê ku li bajêr cihê herî zêde hilweşiyaye, dijî û gelek caran bûye şahidê vê bûyerê, bi hêrseke mezin behsa jiyana ku di nav bêhna tozê û cenazeyan de didomînin kir. Yuksel Çîftçî anî ziman ku ji ber bi hefteyane nikarin konê bigrin di konê ku ji betaniyeyan ava kirine de 20 kes dimînin û diyar kir ku walî û qeymeqamên ku hatin serdana wê tu sozên xwe yên li ber kamerayan dane bi cih neanîne.
‘Rewşa me ya li vir tu kes nizane’
Yuksel Çîftçî ya ku li qada vala ya li ber taxê bi derfetên xwe kon vedaye, yek ji hezaran kesên ku bi hefteyan e nikarin konê bigrin e. Yuksel Çîftçî bal kişand ku alîkariyên gel şandine piştî 10 roj qediyane û niha bi tena serê xwe dijîn û nan nabînin û wiha got: "Me çi bi dewletê kir, cenazeyên me çima li erdê ne?"
Yuksel Çîftçî da zanîn ku di erdhejê de bi alîkariya hevjîn û kurê xwe ji bin xirbeyan hatiye rizgarkirin û wiha axivî: “Rewşa me ya li vir tu kes nabîne. Cenazeyên me hê li erdê ne, em hê jî nikarin ji ber bêhnê di ber xirbeyan de derbas bibin. Evdekî Xwedê nayê û napirse. Ne nan û ne av ji min re nehat. Ji bo min tu tiştek nehat. Bi hefteyan e li cihekî bi betaniyeyan 20 kes dimînin. Beriya du rojan ji me re konek anîn û kes nikare di hundirê wî de bi cih bibe. Ez li vir di nav vê tozê de dijîm.”
'Ji ber ku sax mame kêfxweş nîn im û qîrîna mirovan ji bîr nakim'
Yuksel Çîftçî diyar kir ku nikare bi rizgarbûna xwe kêfxweş bibe û qîrînên wê şevê kêliyek jî ji ber çavên wê naçin û wiha got: “Tişta li zora min diçe çi ye dizanî? Qêrînên 20 kesan ên di vê avahiyê de. Dengê wan kêliyek jî ji guhên min dernakeve. Ez ji xirabeyan derketim lê ez bi vê yekê qet kêfxweş nîn im. Tu dizanî çima? Em li vir di dojehê de dijîn. Jinmama min û sê keçên wê di vê avahiyê de jiyana xwe ji dest dan. Ez qet qîrîna wan ji bîr nakim û kes nikare vê yekê bi min bide jibîrkirin.”
'Walî û qeymeqam dîmen kişandin û çûn’
Yuksel Çîftçî bi van gotinan bertek nîşanî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li bajêr dereng dest pê kirine da û bi gotina; "Ya ku li zora min diçe jî ev e”, da zanîn ku bi rewşa xwe ya birîndar, ji bo rizgarkirina mirovan xebitiye lê nikaribûye ji tu kesê agahî bigre. Yuksel Çîftçî da zanîn ku tenê kesên dilxwaz alîkariya wan kirine û soza konê ya walîtî, qeymeqam û fermandaran dane wan bi cih neanîne û wiha got: “Tenê kesên dilxwaz hatin alîkariyê. Deh rojan alîkarî hat ji me re û piştre hemû kesan dev ji alîkariyê berdan. Lê dewletê ji min re tiştekî nekir. Di ber min de derbas dibin û tenê wêne dikşînin. Walî, qeymeqam hemû vala ne. Walî got ‘ez ê ji te re konek bînim dê 20 kes bi cih bibin’ û bêyî ku li pişt xwe binêre çû. Kamera wan dikişîne û dema kamera hat girtin pişta xwe dan û çûn. Em çi bikin, ji bilî jiyanê tu çareya me tune ye. Ne pere, ne nan, ne av heye, tenê dilxwaz hene.”
'Me ji dewletê tiştek nedît'
Yuksel Çîftçî diyar kir ku tevî her tiştî ew ê bajêr neterikînin û kes nikare wê ji axa wê bi zorê derbixe û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Li vir qet alîkarî ji me re nehat. Niha jî nayê, me ji dewletê tiştekî nedît. Em bi sobeyên komirê xwe germ dikin. Ma me çi kir, çima cenazeyên me li erdê ne? Duh mêrek çawa kepçeyê avêt gelek cenaze derketin holê. Êdî derûniya mêran jî xirab bûye. Hemû cenazeyên me hê di bin xirabeyan de ne, em nizanin kî mirî ye ji ber ku em agahî ji kesê nagirin. Ez ji vir naçim, dewlet nikare min ji vir derxe. Ez ji vir naçim, ez ê li vir bijîm. Ez ê di vî konî de bimînim.”