Qetilkirina Narîn Guran a 8 salî li Amedê hat şermezarkirin

TJA, DBP û DEM Partî qetilkirina Narîn Guran a 8 salî bi meşê protesto dikin.

Amed – Zaroka 8 salî Narîn Guran di 21’ê tebaxê de li Taxa Çulî ya navçeya Rezan a Amedê winda bûbû. Di roja 19’emîn a xebatên lêgerînê de cenazeyê Guran hate dîtin. Cenazeyê Guranê di nava çewalekî de 3 kîlometreyan dûrî gund, nava ava çem de wek veşartî hate dîtin û niha ji bo karûbarên otopsiyê li Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Amedê tê ragirtin.

Di çarçoveya lêpirsîna hatiye destpêkirin de dayik Yuksel Guran, bav Arîf Guran, birayê wê Enes Guran, kekê wê Baran Guran û hersê mamên wê jî di nav de 21 kes hatin binçavkirin.

Tevgera Jinên Azad  (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo rewşê protesto bikin, meş li dar xistin. Ji bo meşê li pêşiya avahiyê DBP’a Amedê sedan kes kom bûn. Girseya Wêneyên Narînê girtiye destê xwe ber bi Qada Şêx Seîd ve dimeşe.

Herwiha Komîsyona Mafê Zarokan a Amedê, Tora li Dijî Tundiyê ya Amedê, endamên Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) jî li pêşiya AZC Plazaya li semta Ofîsa navçeya Yenîşehîrê kom bûn.