Qetilkirina Ehmed Xalid li Şehbayê hat şermezarkirin

Li dijî qetilkirina zarokê bi navê Ehmed Memo li Efrîna dagirkirî, zarokên Efrînê li Şehbayê meşiyan.

Şehba- Di 13'ê Adarê de li navçeya Cindirêsê ya kantona Efrîna dagirkirî ji aliyê çeteyê bi navê Yemên Ehmed Îbrahîm ve zarokek bi navê Ehmed Xalêd Memo ji resenên navçeyê bi hovane hat qetilkirin. Li dijî vê bûyerê li navçeya Cindirêsê şênî li ser piyan in û daxwaza cezakirina sûcdaran dikin. Der barê qetilkirina zarokan li Efrîna dagirkirî, Komeleya Stêrk û Ofîsa Parastina Mafên Zarokan Efrîn-Şehbayê meşek li dar xistin. Meşê ji destpêka kampa Serdem a navçeya Ehdasê heya qada kampê bi beşdarbûna zarokan û sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser berdewam kir. Di meşê de zarokan wêneyên Ehmed hildan her wiha dirûşmên "Şehîd namirin" û "Na ji qetilkirina zarokan re" avêtin.

'Kiryarên li Efrînê sûcên şer in'

Meşê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, paşê li ser navê Komeleya Stêrk û Ofîsa Parastina Mafêm Zarokan Efrîn-Şehbayê daxuyanî ji aliyê zaroka bi navê Zeyneb Cimo ve hat xwendin. Zeyneb Cimo di destpêka daxuyaniyê de wiha got: "Piştî derbasbûna 6 salan di ser dagirkirina Efrînê de hê jî binpêkirin û kiryarên dagirkeriyê li wê deverê didomin. Ev kiryar li ser jin û zêdetir li ser zarokan tên meşandin, tên qetilkirin, revandin û rastî destdirêjiyê tên. Bûyera ku duh li navçeya Cindirêsê rûdaye bi qetilkirina zarokê bi navê Ehmed Xalid Memo ne ya yekem e û bi hovîtiyek mezin Ehmed destdirêjî lê hat kirin û hat qetilkirin,. Ev kiryarên ku tên kirin li Efrînê dikevin nava dosyeyên sûcên şer."

'Divê sûcdar bê dadgehkirin'

Di dawiya daxuyaniyê de Zeyneb Cimo bang li civakên navneteweyî kir ku xwedî li zarokên li cihên dagirkirî derkevin û wiha got: "Bi navê Ofîsa Parastina Mafên Zarokan û Komeleya Stêrk em bang li civakên navneteweyî û bi taybetî li rêxistinên mafên zarokan dikin ku van binpêkirin û sûcên ku li cihên dewleta Tirk dagir kirine di ber çavan de derbas bikin û xwedî li erkên xwe yên mirovî derkevin û wan sûcan eşkere bikin. Her wiha divê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî ji ber van sûcan bidarizînin."

Meşê bi dirûşma "Na ji kuştina zarokan re" bi dawî bû.