Qedexeyên nû yên înternetê tên Îranê
Di belgeya ku ji aliyê Saziya Teknolojiyên Agahiyê ya Îranê ve hatiye amadekirin de, hat diyarkirin ku zêdekirina qedexeyên înternetê li welêt hatiye gotin.

Navenda Nûçeyan – Li gorî belgeya ku ji aliyê Saziya Teknolojiyên Agahiyên Îranê ve hatiye amadekirin, wezaret ji bo sînordarkirina înternetê dixebitin.
Li gorî belgeyê, dibe ku pêkanîn parvekirina dîjîtal, pêkanînên banqayî û heta pêkanînên online yên ku ragihandinê peyda dikin ku li welêt bi berfirehî têne bikar anîn were sînor kirin. Amadekirina daxwazname û belgeya ku bi sernavê “stratejiya jinavbirina girêdanbûna zêde” hatibû amadekirin, bi taybet piştî kuştina Jîna Emînî rastî bertekan hat. Bi sînor kirina înternetê ya li welêt re, hewl tê dayin ku di xwepêşandanan de têkilî bê astengkirin. Her wiha di xebatan de tê gotin ku, “toreyên herêmî ji bo ku hêsan bên kontrolkirin dê werin çêkirin û tê xwestin ku van toran bikar bînin.”
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ku ji meha Îlonê û vir ve serhildan berdewam dike, ji bo rawestandina pêwendiya di navbera mirovan de gelek caran înternet hat qutkirin. Wezareta Ragihandinê ya Îranê piştrast kir ku ji ber sedemên "ewlehiyê" wan qut kirine û ragihand ku ev pêkanîn dê bidome.