Qedexeya perwerdeya keçan gefê li pêşeroja Efganistanê dixwe
UNICEF’ê hişyarî da ku qedexeya Talîbanê ya berdewam li ser perwerde û karê jinan dê heta sala 2030’an bibe sedema kêmbûna heta 20 hezar mamosteyên jin û 5 hezar û 400 xebatkarên tenduristiyê yên jin li Efganistanê.
Navenda Nûçeyan – Bandorên redkirina perwerdeya keçan li Efganistanê her diçe xirabtir dibin, ji biryareke siyasî ya sade vediguherin krîzeke kûr a civakî û aborî ku pêşeroja welat tehdît dike. Ji dema ku qedexeyên ku pêşî li qeydkirina keçan li dibistanên navîn û zanîngehan digrin, hişyariyên navneteweyî li ser wê yekê zêde dibin ku nifşek bi zorê tê paşguhkirin.
Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) di raporeke nû de ragihand ku Efganistan di du qadên sereke de perwerde û tenduristî, bi krîzeke kûr a mirovî û avahîsaziyê re rûbirû ye, ji ber polîtîkayên sînordar ên berdewam ên Talîbanê li dijî jin û keçan. Ev krîz ger bi rewşa xwe ya niha berdewam bike dê heta sala 2030’an bibe sedema kêmbûna zêdetirî 25 hezar pisporên jin.
Rewşa Efganistanê krîzeke dualî ye
Li gorî raporê, qedexekirina perwerdeya keçan ji pola şeşan pê ve û dûrxistina jinan ji beşek mezin a bazara kar bûye sedema ku Efganistan hêdî hêdî hêza xwe ya kar a jinan winda bike, di heman demê de îhtîmala perwerdekirina nifşek nû ya mamoste, bijîşk, hemşîre, pîrik û xebatkarên civakî yên jin ji holê rakiriye.
UNICEF’ê vê rewşê weke "krîza dualî" bi nav kir ku îro xizmetên bingehîn têk dibe û di pêşerojê de welat ji hêza kar a jêhatî bêpar dihêle.
Nirxandinê nîşan da ku eger qedexeyên heyî neyên rakirin, Efganistan dê heta sala 2030’an nêzîkî 20 hezar mamosteyên jin winda bike. Ev di demekê de tê ku pergala perwerdeya Efganistanê jixwe bi kêmasiyeke girîng a mamosteyan re rûbirû ye, ji ber ku gelek malbat, bi taybetî li deverên kevneşopî, naxwazin keçên xwe bişînin dibistanê heya ku mamosteyên jin nebin. Ev kêmbûna mamosteyan dê bibe sedema kêmbûna bêtir a qeydkirina dibistana keçan, zêdebûna nexwendinê û înkarkirina mafê perwerdeya seretayî ya nifşeke tevahî ya zarokan.
Qada tendirustiyê li Efganistanê bi derbeyek giran re dimîne
UNICEF’ê hişyarî da ku qada tenduristiyê li Efganistanê bi derbeyek giran re rûbirû ye. Rêxistin texmîn dike ku heta sala 2030’an herî kêm 5 hezar û 400 jinên ku di qada tenduristiyê de dixebitin dê karên xwe winda bikin û ev hejmar dikare heta sala 2035’an bigihîje 9 hezar û 600 an.
Di civakek de ku gelek jin, ji ber sedemên çandî, nikarin bi bijîşkên mêr re şêwir bikin, kêmbûna bijîşk, hemşîre û pîrikên jin rasterast gihîştina jinan a lênihêrîna tenduristiyê sînordar dike, bi taybetî di warên tenduristiya hilberandinê, zayîn û lênêrîna pitikên nûbûyî de.
Biryara qedexeyê bandorê li aboriyê jî dike
Raporê tekez kir ku encamên van polîtîkayan ji qada mirovî wêdetir diçin. Aboriya Efganistanê her sal ji ber dûrxistina jinan ji perwerde û bazara kar bedelên giran dide. Li gorî UNICEF, berdewamiya van sînordarkirinan dibe sedema windahiyek salane ya texmînkirî ya 84 milyon dolarî ji bo aboriya Efganistan ku wekhevî nîvî ji sedî GDP-ya welat e.
Pispor bawer dikin ku ev windahî dê di salên pêş de bi kêmbûna bêtir a hêza kar a jêhatî, kêmbûna hilberînê û zêdebûna girêdana bi alîkariya mirovî ji hêla malbatan ve xirabtir bibe.
Ji ber qedexeyê zêdetirî milyonek zarokên keç ji mafê perwerdeyê bêpar in
Beşek din a raporê nîşan dide ku ji vegera Talîbanê ya ser desthilatdariyê di sala 2021’ê ve heta niha û sepandina qedexekirina perwerdeya navîn ji bo keçan, zêdetirî milyonek keç ji mafê xwe yê berdewamiya perwerdeya xwe bêpar mane, hejmarek ku heya sala 2030’an dê bigihîje zêdetirî du milyonan ger ev rewş berdewam bike. Ev yek dûrxistina sîstematîk a jinan ji hilberîna zanîn û pisporiyê û ji beşdariya civakî temsîl dike, pêvajoyek ku ne tenê dê cudahiya zayendî kûrtir bike lê di heman demê de Efganistanê di salên pêş de bi kêmasiyek giran a çavkaniyên mirovî yên perwerdekirî re jî rû bi rû bike.
Banga rawestandina qedexeyên li ser jinan
UNICEF’ê bang li Talîbanê kir ku tavilê qedexeya li ser perwerdeya keçan û sînorkirinên li ser karê jinan rake. Her wiha ji civaka navneteweyî xwest piştgiriya mafên jinên Efgan ên perwerde û kar bidomînin, wekî beşek ji hewldanên ji bo pêşîgirtina li hilweşîna mirovî li welat.
Rêxistinê hişyarî da ku nehiştina jinan ji perwerde û kar, ne tenê nîvê civakê ji holê radike, di heman demê de Efganistanê bi tevahî ji pêşeroj, pêşveçûn û aramiya wê bêpar dike.