Qatilê Feleh ê hat cezakirin

Duh, Serdozgeriya Komarê ya Kuweytê, xortê ku Fereh Ekber kuştibû, bi kuştina bi zanebûn û revandina bi zorê, tawanbar kir û cezayê darvekirinê lê birî.

 
Navenda Nûçeyan – Li gorî rojnameya encumena herêmî, Dozgeriyê daxwaz kir ku cezayê darvekirinê li tawanbar were birîn. Her wiha diyar kir ku wê dosyaya dozê di serê hefteya li pêş de, ji dadgehê re were şandin. 
Rojnameyê lê zede kir ku ew ê ev doz bibe doza herî bi lez ku bi qanûnî hatiye parastin û ragihand ku dozgeriyê lêkolînên xwe li ser doza kuştina Fereh Ekber berdewam kiriye û ji tawanbar pirs ji tawanbar kir û gazî şahidên ku li cihê bûyerê amade bûn kir lê tawanbar sûcê kuştina bi zanebûn înkar kir û îdia kir ku Fereh bi kêrê xwe kuştiye.
Di 20'ê Nîsanê de xortekî ji Kuweytê, bi wesayîdekê Fereha 32 salî ji devera Sebah El-Salim li paytexta Kuweytî revand, kêr li sînga wê xist û ew danî ber nexweşxaneyekê û reviya.
Hat eşkerekirin ku berî bûyerê, xwişka Fereh vî xortî gilî kiribû û hatibû girtin lê piştî çend rojan ew serbest hatibû berdan. Ji ber vê yekê rewşeke hêrs di nava Kuweytê de ji ber bûyerê heye.