Qanûna Mexribî ji bo parastina mafê qurbaniyan ne têrker e

Cîgira Xezîneyê ya Komeleya Mexribî a Mafên Mexdûran, Hafsa Botahir di derbarê civîna ji bo parastina mafê mexdurên tacîzê yên Mexribê hatî lidarxistin de got: "qanûna Mexribî ya heyî ji bo parstina mafên qurbaniyên rastî êrîşa zayendî tên ne têrker e."

Mexrib - Li paytexta Rîbat di 10'ê Nîsanê de civata giştî ya Komeleya Mafên Mexdûrên Mexribî hate li darxstin. Hafsa Botahir a ku beşdarî vê civatê bûye di derbarê biriyarên hatine girtin de wiha dibêje: "Damezrandina komeleyek bi vî rengî destpêşxeriyek girîng tê hesibandin. komele armanc dike mafê kesên ku rastî destdirêjiyê tên biparêze û ji wan re piştgirya derûnî pêşkêş bike."
“Pêdiviya mexdurên tacîzê bi guhdarkirinê heye”
Hefsa Botahir jî yek ji wan qurbaniyên destdirêjiya zayedî ye: "Komeleya Mexribê ji bo Mafên Mexdûran wekî awantajek taybet tê hesibandin, ev yekem komeleye li Mexribê bêyî cudahî bêxe navbera jin, zarok an jî mêrên ku rastî destdirêjiya zayendî hatine dike û piştgirî dide wan."
Hafsa Botahir dest nîşan kir ku komele dê li ser pêşkêşkirina alîkariya dadwerî û derûnî bixebite û gotinê xwe wiha bi dawî kir: "pêwîstiya qurbaniyan heye ku hin kes wan guhdar bikin û di aliyê hiquqî û tenduristî de alîkarî bidin wan. Ez hêvî dikim ku komele bibe deriyek da ku qurbanî xwe lê bigrin.
Hêjayî gotinê ye ku Komeleya Mexribî ya Mafên Mexdûran duh, civata xwe ya giştî a damezrêner di bin dirûşmeya "Ji bo parastina zagonî û civakî ji qurbniyan re" li dar xist. Bi vê boneyê, zagona bingehîn bi yekdengî hat pejrandin. Hejimara zêde ya dengan yên endamên Nivîsgeha cîbcîkar a komeleyê bû.