‘Qanûna çarçoveyî dikarê bibe xala yekemîn a demokratîkbûnê’

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku qanûna çarçoveyî ji bo çareseriyan xwedî girîngiyeke jiyanî ye.

Navenda Nûçeyan –Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan tekildarî geşedanên di rojevê de, li navenda giştî ya partiya xwe daxuyanî da. Ayşegul Dogan diyar kir ku di nava heftiya borî de gelek geşedanên girîng qewimîne.

‘Pêşnûme tune ye’

Ayşegul Dogan diyar kir ku di nava hefteyê de di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de geşedanên girîng qewimîn û wiha got: “Heyeta me piştî demekê dirêj çû Girava Îmraliyê û bi birêz Ocalan re hevdîtin pêk anî. Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş jî li ser pêvajoyê bi partiyên siyasî re hevdîtin, danûstandin kirin û daxuyanî da. Birêz Ocalan nexşerêyeke û pêşniyarên xwe ji heyeta me re pêşkêş kiriye. Hat nîqaşkirin ku pêşnûmeya qanûna çarçoveyî ji birêz Ocalan re hatiye parvekirin. Lê piştî heyeta me çû giravê derket holê ku ev agahî ne rast e. Jixwe Serokê Meclîse Numan Kurtulmuş jî diyar kir ku pêşnûme tune ye.”

‘Qanûn ji bo çareseriyan xwedî girîngiyeke jiyanî ye’

Di berdewama axaftina xwe de Ayşegul Dogan bilêv kir ku qanûna çarçoveyî dê bibe destpêka qonaxeke nû û wiha anî ziman: “Birêz Ocalan di hevdîtinê de diyar kir ku ew giredayî vê yekê ye ku pirsgirêk bi hiqûqa xwişk-biratî çareser bibe. Ji bo serkeftina pêvajoyê hewldanên xwe didomîne. Qanûna çarçoveyî dê bibe starta yekêmîn û refanransa qanûnên piştre derkevin. Her wiha ne zelalbûna hiqûqî jî dê derbas bike. Ew yek jî pir girîng û bi wate ye. Meclîs jî di vê derbarê de îrade nîşan daye û ew jî bi nirx e. Em her tim tekez dikin ku cihê çareseriyê parlamento ye. Qanûn ji bo çareseriyan xwedî girîngiyeke jiyanî ye.”

‘Piştî Komîsyona Edaletê qanûn dê were Desteya Giştî ya Meclîsê’

Ayşegul Dogan destnîşan kir ku tê payîn ku beriya meclîs bikeve batlaneyê qanûna çarçoveyî dê were rojevê û wiha pê de çû: “Piştî Komîsyona Edaletê qanûn dê were Desteya Giştî ya Meclîse. Di rojên pêş de jî emê herî zêde li ser vê biaxivin. Lê heta niha demekê diyar kirî ji me re nehatiye parvekirin. Her wiha hinek îdia hebûn ku Serokê Meclîse dê bi serokên komên partiyan re bicivê lê ji me re agahiyek nehatiyê parvekirin. Di pêvajoyê de qonaxên dîrokî pêk hatin. Qanûna çarçoveyî jî niha şûn ve dê bibe xala bingehîn a pêvajoyê. Ew qanûn nikarê bi tenê serê xwe çareseriyê bînê. Lê dikarê pêşiya çareseriya demokratîk vebike û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji aliyê zagonî ve mîsoger bike.”

‘Qanûna çarçoveyî dikarê bibe xala yekemîn a demokratîkbûnê’

Di nirxandinên xwe de Ayşegul Dogan da zanîn ku pêdiviya bingehîn a Tirkiyeyê xurtkirina demokrasî û hiqûqê ye û wiha pêl dayê: “Qanûna çarçoveyî dikarê bibe xala yekemîn a demokratîkbûnê û piştî wê jî mijarên weke demokrasiya herêmî û mafê azadiya ramanan e. Ew pêvajo di heman demê de pêvajoya pêkanîna rapora komîsyonê ye. Divê meclîs jî vê yekê bişopîne. Pêşnûme pir tê nîqaşkirin. Dibêjin dê çawa bibe. Lê heta pêşnûme tune be, li ser biaxivin dibe ku ew jî ne baş be. Heke em qala vegera welat bikin, divê wêrek bin û ji vê netirsin û hemû kes jî di vê derbarê de baldar be. Em her tim dibêjin ji tundiyê veguherin siyaseta demokratîk. Ji bo wê jî bêçekbûn pir girîng e. Divê meclîs jî li ser vê îradeyê nîşan bide û gumanên me jî li ser vê tune ne. Partiya me jî dê li ser vê hewldanên xwe bidomînin.”

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê dê serdana partiyên siyasî bikin

Ayşegul Dogan da zanîn ku hevserokên wan ên giştî dê di nava heftê de serdana partiyên siyasî bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li ser qonaxa pêvajo gihîştiyê, hewcedariyên pêvajoyê hevserokên me dê bi partiyên siyasî re danûstandinan bikin. Ji bo aştiya civakî, qanûna çarçoveyî dê çawa pêk were û divê çi bê kirin dê bi partiyên siyasî re danûstandinan bikin. Divê ji bo aştî, wekhevî û azadiyê em hemû berpirsyariyê bigrin û xwedî li pêvajoyê derkevin.”

‘Divê xizmeta aştî, demokrasî û wekheviya welat bike’

Ayşegul Dogan li ser pirsa rojnamegeran a derbarê Partiya Nû ya Ozgur Ozel de jî diyar kir ku partiya nû ji bo muxalefeta Tirkiyeyê baş be û xwest partiya nû ya ji aliyê parlamenterên berê yên CHP’ê ve tê avakirin, xizmeta aştî, demokrasî û wekheviya welat bike.