Qanûna bi hejmara 6284’an a ku jinan ji tundiyê diparêze çima hedef tê girtin?

Piştî Peymana Stenbolê qanûna bi hejmara 6284'an jî ji aliyê tifaqên hikûmetê ve hedef tê nîşandan, jinan têkildarî mijarê diyar kirin ku ya ji bo desthilatdariyê esas ne mafê jiyanê ye pîrozbûna malbatê ye.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Di pêvajoyên dawî de ku tundiya li ser jinan û qetlîam zêde bûne de, destkeftiyên jinan jî di hedefê de ne. Li Tirkiyeyê ku sala nû ya qanûndanîn bi hedefgirtina destkeftiyên jinan dest pê kir, tê xwestin destkeftiyên jinan yek bi yek bên tunekirin. Piştî ku Peymana Stenbolê di 20’ê Adara 2021’ê de bi biryara Serokomariyê hat betalkirin, qanûna bi hejmara 6284’an ku wek "Qanûna Têkoşîna li Dijî Tundiyê" tê zanîn, ji aliyê hikûmet û tifaqên wî ve ji nîqaşê re hat vekirin. Herî dawî Serokê Giştî û Wekîlê Partiya Yenîden Refah Fatîh Erbakan wiha got: “Haşa 6284’an ne ayet e.” Bi vê axaftinê li TBMM’ê sala nû ya qanûndanînê, bi nîqaşên 6284’an ku jinan li hemberî tundiyê diparêze, dest pê kir.

Bertekên jinan ên têkildarî vekirina 6284’an a ji bo nîqaşê berdewam dike, Endama Komîsyona Mafê Jinan a Baroya Amedê Songul Argunaga ku diyar kir ku piştî betalkirina Peymana Stenbolê di pêkanîna qanûnê de pirsgirêk derketin, hedefgirtina destkeftiyên jinan û tiştên bi vê tên armanc kirin nirxand.

‘Bi êrîşan dixwazin tundiya nava malbatê rewa bikin'

Songul Argunaga bal kişand ku yek ji mijarên hikûmetê hem beriya hilbijartinê hem jî piştî hilbijartinê herî zêde li ser nîqaş kir destkeftiyên jinan e û diyar kir ku weke dema Peymana Stenbolê hate betalkirin, niha jî li gorî hin hincetan ava dikin û 6284’an hedef nîşan didin. Argunaga, bal kişand ku pêvajo bi gotinên wekî ‘malbatê dihilweşîne’, ‘teşwîqkirina duzayendî" û gotinên bi heman awayî dest pê kir û da zanîn ku ev gotin dervayî rastiyê ne û di qanûnê de beranberê wan nîn e.

Songul Argunaga, diyar kir ku piştî bidawîbûna Peymana Stenbolê wan êrîş û hedefgirtinê gelek hatine nîqaşkirin û wiha got: “Dema betalkirina peymanê de me van tiştan gelek nîqaş kir. Ji tu xalên qanûnê û ji hukmê peymanê ku zirarê bide malbatê tu encamek nayê derxistin. Hûn çiqas lêkolîn bikin jî, tu sedemên ku hikûmetê wekî sedema betalkirinê destnîşan kirin di peymanê de cih nedigirt.”

'6284’an kesên rastî tundiyê tên diparêze'

Songul Argunaga der barê naverok û armanca qanûna bi hejmara 6284’an a ku îro di hedefa hikûmetê de ye de wiha got: “Di nava qanûna hejmara 6284’an de ji bo parastina jinên ku rastî tundiya nava malbatê û tundiya nava li malê hikmên made hene. Tedbîrên parastin û pêşîlêgirtinê hene. Madeyên ku bi tevahî kesê ku rastî tundiyê tê diparêzin heye. Dîsa beşek din jî pêkanînên li dijî sûcdar û tedbîrên pêşîgirtina tundiyê heye. Hedef girtina qanûna hejmara 6284’an a bi hinceta ‘Êrîşê malbatê dike’ bi tevahî tê wateya ‘jin dikarin di nava malbatê de rastî tundiyê bên.’ Ger ji metneke qanûnê ya ku ji bo parastina jinên rastî tundiye hatine çêkirin, wek êrîşa li hemberî malbatê şîrove biki, encamên ku dema jin rastî tundiyê tên, pêwîstî bi tedbîrên pêşîgirtinê û cezakirinê nîne derdikeve hole.”

'6284’an tu zirarê nade malbatê’

Songul Argunaga got "Ji bo wan ya sereke ne têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê, parastina malbatê ye" û da zanîn ku kesên êrîşê 6284'an dikin malbatê ji mafê jiyanê yê jinê pîroztir dibînin. Songul Argunaga destnîşan kir ku yekitî û berdewamiya malbatê ji bo wan ji êrîşa zayendî ya zarokên keç û tundiya li ser jinê girîngtir e. Songul Argunaaa der barê sedema hedefgirtina 6284’an de ev tişt anî ziman: “Di encama zarokên ku rastî êrişên zayendî tê bi kesê kiryarê êrîşê tê zewicandin efû xwestin, ji bo perwerdehiya hevpar daxwaza rêziknameyek û dîsa ji bo biryarên durkirinê ya jinan bertekek wiha nîşandan, armancê bi awayekî zelal datîne holê. Ji van hemûyan, em bi zelalî dikarin fêm bikin ku; belê, malbat ji bo wan ji her tiştî girîngtir e. Sedema ku ev hemû manîpulekirin têgihiştineke weke ku metneke qanûnî ya ji holê rakirina malbatê heye ev e. Di rastiyê de qanûna bi hejmara 6284’an tu zewal nagihîne malbatê. Ev metneke qanûnê ye ku tenê tedbîrên ku jinên rastî tundiyê hatine bigrin sererast dike ye.”

'Cihê ku pêkanîn wê yên bihez bên axaftin, em têkoşîna parastina hebûna wê didin’

Songul Argunaga, da zanîn ku piştî bidawîbûna Peymana Stenbolê di pêkanîna Qanûna Hejmara 6284'an de pirsgirêkên cidî derketine û anî ziman ku jinên rastî tundiyê hatine nikarin biryara durxistinê bigrin û biryarên ku hatine girtin jî ji bo demek pir kin e. Songul Argunaga, anî ziman ku tekane xala ku di derbarê Qanûna 6284’an de tê nîqaşkirin çawa dikare bi bandortir were bikaranîn û wiha got: “Tevî ku di qanûnê de gelek tedbîr hebin jî jin nikarin ji van tedbîran sûd werbigirin. Sitargeh têrê nake, desteka aborî ya pêwîst ji bo jinan netêrker e. Cihê ku divê em nîqaş bikin ka meriv çawa 6284 bi bandortir û bi bandortir bikar tîne, mixabin divê em hebûna wê di tabloya li pêş xwe de biparêzin. Têkoşîna ku em niha didin meşandin têkoşîna parastina pêkanîna wê ye.”

'Em di pêvajoyek wisa bi xeter de ne ku divê em destkeftiyên xwe biparêzin'

Songul Argunaga bi bîr xist ku Peymana Stenbolê ya ku ev 10 sal in di meriyetê de ye û tu made neguheriye, ji nişka ve bûye kabûsa hikûmetê û got ku ew di pêvajoya ji nîqaşê re hat vekirin de pêşbînî kiribûn ku gavek din qanûna bi hejmara 6284'an e. Songul Argunaga, diyar kir ku di vê xalê de jî wek jin têkoşîna xwe li gorî vê yekê bi teşe dikin û bal kişand ser girîngiya pêkanîna 6284'an a ji bo mafê jiyanê yê jinan.