Projeya Maf û Hebûna Min

Li bajarê Eden bi navê Pirojeya Cihê Min ji jinan re sempozyomek hat lidarxistin û hejmarek rojnamegerên jin Nûçeganan jî bi riya Zoom ê başdar bûn.

NÛR SERÎB
Yemen – Bi navê Pirojeya Cihê Min li bajarê Eden ê ji jinên rojnamegerên Îraqî û Yemenî re sempozyomek hat organize kirin. Bi bejdariya rojnamegerên jin di sempozyomê de pirsgirêkên jinên xebatkarên çapemeniyê hatin nirxandin.
Di sempozyûmê de, ji bilî şandên ji paytexta demkî, Eden, ji hêla hejmarek rojnamevanên Yemenî ve ku ji Sana'a, Taiz û Hadramout dihatin Aden, raman hatin guhertin. 
Di sempozyûmê de Profesorê Zanîngeha Munchenê İlham Manei, qala girîngiya piştgiriya xebatkarên çapemeniyê yên Yemenê kir û guh da nîqaşên rojnamegeran.
Rêvebera pirojê Sara Fîlalî got: "Ev piroje bi nûçegihanên jin ên Yemenî û Iraqî ve eleqedar e û hewl dide ku bi riya qursên ku projeyê li Yemen û Îraqê pêk aniye xebatkarên çapemeniyê yên jin bi hêz bike û piştgiriyê bide wan."
Seroka Forma Ragihandina Jinên Iraqî Dr. Nebras El-Mamouri jî got: "Divê jinên rojnemavan bi hevdure xurt bibin û piştgirî bidin hev Ji bo ku pirsgirêkên jinan bişopînin û çareser bikin."
Hebûna yekem ya Wezîra Ragihandinê di hikûmeta qabiliyetê ya sala 2014’an (Nadia Al-Saqqaf jî ezmûna xwe di rêveberiya Wezareta Agahdariya Yemenê de par kir û pesnê jinên rojnemavan ên beşdar kir.
Sempozyûm bi gelek pêşniyarên ku dê rola jinan di medyayê de mezintir bike û jinên rojnamevan ên Yemenî di medyayê de bi rengek ku mafên wan dabîn bike, bi dawî bû.