Projeya Keyanî armanc dike ku hejmara jinên Filistînê di nava xebatan de zêde bike

Navenda Ragihandina Civakî ya Filistînê ji bo kêmkirina valahiya ku rê li ber beşdarbûna jinan di mecrayên biryardanê de digire, xebatên projeya Keyanî pêş dixe.

Xeza-  Di 22'ê Kanûnê de Navenda Ragihandina Civakî (CMC) gera meydanî ji bo seredana hejmarek saziyên civaka sivîl û saziyên taybet li Xezayê, bi beşdariya komek ji parêzvanên mafên jinan yên ku beşdarî projeya "Keyanî" bûne organîz kir. Ev yek di çarçoveya çalakiyên sala sêyemîn a projeya "Wekhevî li Herêma Filistîna Dagirkirî - Keyanî", bi hevkariya Rêxistina CARE a cîhanî li Filistînê tê kirin.
Xebatên di çarçoveya projeya Keyanî de tên kirin
Rêvebira projeyan li CMC Xilûd El-Sewalma got ku Navenda Ragihandina Civakî ev sala sêyem e li ser hev beşdarî cîbicîkirina projeya Keyanî dibe, bi armanca kêmkirina valahiya ku rê li ber beşdarbûna jinan di biryardanê de digire di hemû astên jiyana giştî ya Filistînê de ew jî bi riya pêşxistina kapasîteyên ciwanên Filistînê û derbaskirina bi wan re ji qonaxa haydarbûna mafên xwe û mafên jinan bo pratîkê, ya ku dê bibe sedema afirandina nifşek ciwan ku xwediyê zanîn, jêhatîbûn û amûrên ku wê bikaribe piştgirî û parêzvaniya dozên xwe û yên jinan bikin.
Koordînatora meydanî yê projeya Keyanî Îman Zeireb diyar kir ku rêgeha gera parêzgeha Xezeyê ji bo navenda Navenda Ragihandina Civakî ya li bajarê Xezayê dest pê dike û ber bi navenda El-Mîzan a Mafên Mirovan ve diçe û wiha pê de çû: "Beşdar ji aliyê endamên Yekîneya Lêkolîn û Alîkariya Teknîkî ya li navendê ve hatin pêşwazîkirin û di encamê de navend, beş û yekîneyên Navenda El-Mîzan, mekanîzmaya karê wê û bernameyên perwerdeyê yên ku pisporên medyayê û parêzerên ciwan hedef digirin, dan nasandin."
“Divê em dosyayên jinên mexdurê destdirêjiyê lêkolîn bikin”
Beşdaran gera xwe ber bi Navenda Filistînê ya Mafên Mirovan ve berdewam kirin û ji aliyê Rêvebera Yekîneya Mafên Jinan Mûna El-Şewa ve hatin pêşwazî kirin. Mûna li ser avakirina navendê, stratejiyên kar, yekîne û armancên wê axivî û bal kişand ser mekanîzma rûbirûbûna dosyayên jinan ên destdirêjî û tehdîdkirî û rola navendê di rênîşandana wan û şopandina dozên wan bi rêya parêzerên ku li gel wan kar dikin de.
Gera meydanî heta Navenda Tora Rêxistinên Sivîl berdewam kir û beşdar ji aliyê Koordînatora Siyasetan Fîdaa El-Sinwar ve hatin pêşwazîkirin. Di serdanê de, beşdaran giringiya hebûna tora rêxistinê wek desteyek ku di endamtiya xwe de 147 endamên saziyên sivîl û geşedanê dihewîne nas kirin.
Hêjayî gotinê ye ku Navenda Ragihandina Civakî (CMC) rêxistineke sivîl e ku ji sala 2007’an û vir ve li Xezayê xebatên xwe dimeşîne û hewl dide rola medyayê di danûstandina bi pirsgirêkên civakê re pêş bixe û nirxên demokrasî, wekhevî û çanda mafên mirovan xurt bike, di gel baldariya li ser pirsgirêkên jin û ciwanan.
Rêxistina CARE a cîhanî ji dema li Filistînê hatiye avakirin heya niha balê dikişîne ser beşdarbûna ji bo çareserkirina têgeha newekheviya zayendî bi rêya bihêzkirina jinan û alîkariya wan dike ku ew bi xwe biryarên xwe bigrin. Di çarçoveya projeya "Keyanî" de, ji bo rakirina astengiyên ku nahêle jin, di nav de jinên astengdar bighêjin xebatên payebilind, bi hevkaran re xebat tê meşandin.