‘Polîtîkayên şerê taybet civakê bê nefes dihêle’
Jinên Amedê têkildarî polîtîkayên şerê taybet ê li Kurdistanê bi awayekî sîstematîk tên meşandin, bang li civakê kirin ku li hemberî van polîtîkayan hişyar bin û diyar kirin ku ev polîtîka bandorê li hemû qadên jiyanê dikin û civak nikare nefesê bigre.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed - Polîtîkayên şerê taybet ku li Kurdistanê bi awayekî sîstematîk tên meşandin, roj bi roj li her qada jiyanê belav dibin. Sîxurkirin, rûxandina ekolojîk, bendavên di bin navê ‘ewlehiyê’ de, qetilkirina jinan, mirina bi guman, polîtîkaya darazê ya bêcezakirinê, bikaranîna madeyên hişbir û zêdebûna tacîzan, hemû parçeyek ji polîtîkayên şerê taybet in. Ev polîtîkayên şer li bajarên Kurdistanê bi taybetî ji aliyê xebatkarên giştî, polîs û leşkeran ve tên meşandin. Herî dawî piştî ku li Wanê 6 çawîşên pispor tacîz li 2 jinan kirin bertek hatin nîşandan. Jin bang li rêxistinên sivîl ên ku dînamîkên civakî yên bajaran in, dikin ku li dijî van polîtîkayan bikevin nava liv û tevgerê.
‘Piştî sala 2016’an pêvajo hat kûrkirin’
Yek ji endamên damezrîner ên Komeleya Jinan a Rosa Fatmagul Tekîn, diyar kir ku komele ji roja ku hatiye damezrandin heta niha li ser polîtîkayên şerê taybet dixebite. Fatmagul Tekîn, diyar kir ku bi taybetî piştî sala 2016’an ev pêvajo hatiye kûrkirin û wiha got: “Meyla van polîtîkayan bi taybetî li ser jin û ciwanan heye. Bi taybetî bi tiryak û fuhûşê polîtîkaya xistina ciwanan tê meşandin. Komele yan jî saziyên ku ji aliyê rêveberiyên herêmî ve bi kedeke mezin hatin avakirin bi biryarên piştî Rewşa Awarte (OHAL) hatin girtin. Deriyên qadên ku hem ciwan û hem jî jin dema pirsgirêkek wan derdiket dikaribûn biçin, hatin girtin. Bi van polîtîkayan hem jin hem jî ciwan li herêmê bi awayekî cidî hatin tenêkirin.”
Fatmagul Tekîn bi gotina “Ev polîtîka li her aliyê jiyana me belav bûye” bal kişand ser giraniya pêvajoyê û anî ziman ku civak jî bi her awayî ji vê pêvajoyê bi bandor bûye. Fatmagul Tekîn, anî ziman ku ev meyl bi zanebûn tên meşandin û got: “Ev polîtîka bi giştî ji aliyê kesên bi unîforma ve tên meşandin. Di vê der barê de gelek mînakên ku em dikarin bidin hene; Gulistan Doku, Îpek Er an jî tacîzkirina çawîşên pispor ku hema hema her roj di nûçeyan de em dibînin mînakên van in. Ev mînak bi taybetî têra van polîtîkayan nakin, ji ber ku dema em îro lê dinêrin şerê taybet li her aliyê jiyana me belav bûye. Hema bibêje civakê aniye rewşek wisa ku nikare nefes bigire. Koçberî, bikaranîna madeyên hişbir û polîtîkayên sîxuriyê yên li ser ciwanan bi awayekî pir sîstematîk tên meşandin. Hema bibêje di her aliyê jiyana xwe de, her gava ku em davêjin, em dikarin rastî van polîtîkayan bên. Em jin bi salan e vê rewşê tînin rojevê û rave dikin. Lê di xala ku em îro gihiştinê de, em vana rave nekin jî em dibînin ku li her kolanê li her malê mînaka van polîtîkayan heye.”
‘Çareserî rêxistinbûn e’
Di dawiyê de Fatmagul Tekîn banga çareseriyê kir û wiha got: “Pêwîst e rêxistinên jinan û saziyên sivîl li dijî van polîtîkayan bên gel hev û xwe bi rêxistin bikin, li dijî vê rewşê çareseriyan hilberînin. Pêwîst e saziyên ku li ser dînamîkên bajaran dixebitin, mal bi mal, tax bi tax bigerin û xebatan pêk bînin.”
‘Em hemû dizanin ku polîtîka bi zanebûn tên meşandin’
Aygun Taşkin jî anî ziman ku ev polîtîka bi tevahî bi zanebûn tên meşandin û got ku polîtîkayên ku sîstem dimeşîne her roj çi li ser malperên nûçeyan û çi jî di jiyana rojane de tên dîtin û got: “Em hemû dizanin ku ev bi awayekî sîstematîk tên meşandin. Dîsa bikaranîna narkotîkê pir zêde bûye. Li vir temenê bikaranîna narkotîkê daketiye 9 salî. Bi van polîtîkayan hewl didin ciwan, jin û zarokan bixapînin, bi taybetî jî yên li Kurdistanê dijîn. Em vê yekê bi tu awayî qebûl nakin. Pêwîst e civak bi zanebûn zêdetir li hemberî van polîtîkayan raweste û bi vê hişmendiyê bijî.”
‘Divê ciwanên me nekevin van xefikan’
Aygûn Taşkin, di axaftina xwe de bal kişand ser zêdebûna qetilkirin û tundiya li ser jinan jî û banga hişmendiyê li ciwan û malbatan kir. Aygûn Taşkin, anî ziman ku bûyer ne tesaduf in û herî dawî ev tişt got: “Li herêmê her roj jinek tê qetilkirin, mirina jinan a bi guman jî zêde bûye. Ev komkujî, rewşek ku bi polîtîkayên şer dertê holê. Ji bo ciwan û jin ji bilî siyasetê di qadeke din de cih negrin her tiştî dikin. Ji bo kesên narkotîkê difiroşin, jinan qetil dikin û tacîz dikin, tu cezayên astengkirinê tune ne. Helbet ev rewş bi kêrî pergalê tê. Divê ciwan êdî di ferqa van de bin û li gorî wê jiyana xwe bidomînin. Banga min a ji vir tenê ew e ku neyên lîstikan û nekevin xefikên pergalê.”
‘Li serê her kolanê tiryak tê bikaranîn’
Medya Kartal jî bertek nîşanî zêdebûna bikaranîna tiryakê da û got: “Hemû ciwanên me dejenere bûne, tiştek girêdayî jiyana wan nemaye. Keçên me yên ciwan bi şev nikarin derkevin kolanê jî. Li serê her kolanê tiryak tê firotin, li her kolanê ciwan kom bi kom tiryakê bi kar tînin. Her roj dayik û malbat ji bo zarokên xwe digirîn. Heyfa van ciwan û mirovên me, malbatên wan nizanin çi bikin. Dewlet van nabîne ma, dibîne. Her çiqas dibîne jî mudaxele nake. Jixwe em hemû baş dizanin kî vana anîne taxê. Em baş dizanin ku ew çi armanc dikin. Divê civak li hemberî van polîtîkayên tiryak û fuhûşê bê ser hişê xwe û bertek nîşan bide.”