Polîtîkayên ne cezakirinê tundiyê zêde dike
Li herêma Kurdistanê bûyerên tundîtûjiya beramberî jinan her ku diçe zêde dibe, sedemê zêdebûna tundîtûjiya beramberî jinan yekê jê medyaya dijîtal e û lêkolînvan Şeyda Cemal dibêje: “Nebûna cezayan wisan kiriye tundîtûjî zêde bîbe.”
MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ
Helepçe - Tunditûjiya beramberî jinan li herêma Kurdistanê her ku diçe zêde dibe. Li gor daneyên ku ajansa NUJINHA berhev kiriye, di sala 2022’an de 73 jin hatine qetilkirin, şewitandin û neçarî xwekuştinê hatine kirin. Li gor dozên ku li navenda rêveberiya giştî ya pêşîlêgirtina tundîtûjiya beramberî jin û malbatan li herêma Kurdistanê hene, 15 hezar û 897 dozên tundîtûjiyê hatine tomarkirin. Hinek ji wan dozan bûyerên tundîtûjiya beramberî jinan ji ber xirab bikar anîna amêrên elektronîk û tacizên li beramberî jinên ciwan in.
Ragihandin zayendparêziyê kûr dike
Lêkolînvana civakî ya Helepçe Şeyma Cemal der abrê zêdebûna tundiyê wiha got: “Çend cûrên tundîtûjiyê heye, weke derûnî, civakî, siyasî, aborî û bedenî. Ragihandina zayendparêz û medyaya dijîtal dibe sedema zêdebûna tudiyê. Ji ber gelek dezgahên ragihandinê hene û bê sansûr in. Mînak li bajarekê bûyerek biçûk rû dide û ragihandin jî weke bûyerek mezin behs dike rê li ber tundîtûjiyê vedike û tundîtûjî zêde dibe. Her wiha sedemên zêdetir hene ji bo zêdebûna tundîtûjiya beramberî jinan, lê belê medyaya dijîtal û ragihandin sedemên sereke ne.”
Polîtîkayên hikumetê yê ne cezakirinê
Lêkolînvan Şeyma Cemal destnîşan kir ku ragihandin xwedî rola hişyarkirina hemwelatiyan e, bal kişand li ser polîtîkayên ne cezakirinê yê hikumetê û wiha domand: “Divê ragihandin bername li gora civakê be, ne ji bo zêdekirina bîneran be. Nedana cezayan ew kesên ku tundîtûjî pêk anîne. Divê bicihkirinên zagonan yên wisa hebe ku kesên tundîtûjiyê dikin bên cezakirin û ji ber wê welatên me, ew kesên ku tunditûjiyê pêk tînin nayên ceza kirin û ji ber wê roj bi roj tundîtûjî zêde dibe.”