‘Polîtîkayên Îsraîlê yên li Şerîaya Rojava gihîştine asta tawanên şer’

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bi raporekê eşkere kir ku Îsraîl li Şerîaya Rojava, bi taybetî li Herêma (C), polîtîkayeke pergalî ya guhartina demografîk û paqijkirina nijadî li dijî civakên bedewî û şivanan dimeşîne.

NECWA REHAM

Cezayîr —Rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) tekez kir ku polîtîkayên guhartina demografîk yên Îsraîlê li Şerîaya Rojava dibin sedema berfirehkirina pêlên koçberiyê ya civakên bedewî û şivanan. Raporê her wiha belge kir ku ev binpêkirin digihêjin asta tawanên şer û tawanên li dijî mirovahiyê. Ev yek di çarçoveya polîtîkayeke pergalî de ye ku armanca wê berfirehkirina kontrola li ser xaka Filistînê ye.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî duh, li navenda xwe civîneke nîqaşê li ser nirxandina rapora xwe ya nû li dar xist. Rapor bi sernavê "Bi tunekirina her tiştê Filistînê. Paqijkirina nijadî ya ku Îsraîl li dijî civakên bedewî û şivanan li Şerîaya Rojava dimeşîne" hat pêşkêşkirin. Di civînê de hejmarek hiqûqnas û kesên bi doza Filistînê re pêwendîdar in amade bûn.

Koçberkirina bi darê zorê li herêma (C)

Rapor li ser geşedanên doza Filistînê rawestiya, her wiha balkişand ser polîtîkayên guhartina demografîk yên Îsraîlê li Şerîaya Rojava, bi taybetî li herêma (C) ku zêdetirî ji sedî 60'ê rûbera Şerîaya Rojava pêk tîne. Li gorî raporê, encama van polîtîkayan koçberkirina civakên bedewî û şivanên Filistînî ye.

Endama Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û amadekara raporê, Sofya Bulsanam, di hevpeyvîneke taybet de ji ajansa me re axivî û ragihiand ku: "Îsraîl paqijkirina nijadî li dijî jin û mêrên Filistîn pêk tîne. Di vê raporê de me behsa vê yekê kiriye, gelek belge û delîl li ser polîtîkayên ku Îsraîl dişopîne û komkujiyên bixwîn ên ku li Şerîa Xezeyê dike, pêşkêş kirine."

Tawanên şer û tawanên li dijî mirovahiyê

Sofya Bulsanam destnîşan kir ku rapor bi lêkolînên xwecihî û analîzên hiqûqî piştrastkiriye. Wiha pê de çû: "Li gorî rêxistinê, hatiye belgekirin ku bi hezaran Filistînî ji civakên bedewî û şivanan li Şerîaya Rojava hatine koçberkirin. Sedema vê yekê jî êrîşên Cihû, polîtîkayên dagirkirina zeviyan, rûxandina malan û danîna astengiyan li pêşiya gihîştina Filistîniyan bo ser xaka wan e."

Rêxistinê diyar kir ku encamên raporê nîşan didin ku ev binpêkirin tawanên şer û tawanên li dijî mirovahiyê ne. Hat tekezkirin ku tiştên diqewimin: "Ne kiryarên takekesî an ji hev veqetandî ne, lê polîtîkayeke pergalî ye ku armanca wê koçberkirina Filistîniyan û berfirehkirina kontrola Îsraîlê li ser xakên Filistînê yên dagirkirî ye.

Banga hesabpirsînê

Di dawiyê de, yek ji endamên Amnesty International bang li civaka navnetewî kir ku berpirsiyariyên xwe yên yasayî û exlaqî bicih bîne û tedbîrên bibandor bigire da ku ji kesên berpirsiyarê van binpêkirinan hesab were pirsîn û dawî li diyardeya bêcezatiyê were anîn.