Polîtîkaya niştecihbûnê ya Îsraîlê li Şerîaya Rojava belav dibe

Çalakiyên niştecihbûnê yên Îsraîlê ji herêma "C" ber bi herêmên "A" û "B" ve berfireh dibe û koçberiya bi darê zorê zêde dibe. Neteweyên Yekbûyî, hişyarî da ku ev pêkanînan dikarin bibin sûcên li dijî mirovahiyê.

Navenda Nûçeyan- Her ku êrîş, binçavkirin, hilweşandina malan û koçberkirina bi darê zorê ya li Şerîaya Rojava û Qudûsê zêde dibin, fikarên li ser guhertina demografîk û parçekirina axên li deverên ku Filistînî lê dijîn, zêde dibin.

Buroya Neteweyî ya Parastina Ax û Berxwedana li dijî Cîhûwarbûnê ya bi girêdayî Rêxistina Rizgariya Filistînê ragihand ku Îsraîl, çalakiyên xwe yên bicihbûnê û polîtîkayên desteserkirina axa Filistînî ji herêma "C" ber bi herêmên "A" û "B" ve berfireh dike. Li gorî raporê, ev yek gef li girêdanbûna erdnîgarî ya di navbera bajarên Filistînî û wargehên li Şerîaya Rojava de dixwe.

Rêxistina Azadî Niha, belge kir ku li herêma “B” 26 xalên nû yên niştecihbûnê û cotgehên ajalan hatiye avakirin. Hate diyarkirin ku li van niştecihbûnan rê tên çêkirin, çavkaniyên avê tên desteserkirin û tevgerên Filistîniyan tên sînordarkirin.

Her wiha di raporê de hate diyarkirin ku li bakur-rojavayê Şerîaya Rojava di nava

salekî de 8 niştecihbûnên nû hatine avakirin û ji bo zêdekirina hejmara niştecihan planên berfirehtir tên bicîhanîn. Hate destnîşankirin ku êrîşên niştecihan ji bo koçberkirina bi darê zorê ya Filistîniyan bûne amûrek girîng û zêdetirî 120 niştecihbûnên Filistîniyan hatine valakirin.

Li aliyê din Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî, ragihand ku hêzên Îsraîlê heta sala 2025’an ji sê kampên penaberan ên li Şerîaya Rojava ya dagirkirî zêdetirî 33 hezar Filistînî ji cih û warên wan kirine. Komîserê Bilind, diyar kir ku nelihevkirina kampan û astengkirina vegera gel, fikarên li ser sûcên li dijî mirovahiyê û paqijiya etnîkî zêde dike.