‘Polîtakayên şerê taybet li hemberî jinên Kurd berdewam dike’

Platforma Jinan a Enqereyê diyar kir ku desthilata AKP-MHP di serî de tevgerên jinên Kurd û êrîşên xwe li beramberî hemû tevgerên jinan zêdekiriye.

Enqere – Platforma Jinan a Enqereyê derbarê polîtîkayên bêcezahiştinê û parastina kiryarên mêr de li Sendîkaya Xizmetên Sivîl civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de pankarta ‘Bi polîtîkayên bêcezakirinê kiryar di bin parastinê de ne, em destûr nadin’ hate daliqandin.

Li ser navê platformê, endama platformê Sîbel Goktaş daxuyanî xwend û da zanîn ku Jîna Emînî ya ji aliyê hêzên girêdayî rejîma Îranê ve hat qetilkirin, di têkoşîna azadiyê ya jinan de bû xala guhertinê û wiha got: “Jin bi awayekî rêxistinî daketin qadan dengên xwe gihandin û muxalefeta civakê bi hêz kirin. Lê belê, ev tenê destpêk bû.”

‘Jin daxwaza aştî, wekhevî û edaletê dikin’ 

Sîbel Goktaş diyar kir ku jinên li Îranê ev salên demdirêj e li dijî pirsgirêkên ku bingeha xwe ji qanûna girêdana hîcaba bi zorê û newekheviya zayendî digirin dengê xwe bilind dikin û wiha got: “Jin, ne tenê li dijî hîcaba bi zorê li dijî jiyana Îslamî ya tê ferzkirin jî bi daxwaza wekhevî û azadiyê serî radikin. Ev serhildana li dijî tundî û komkujiyên li dijî jinan li Îranê mezin dibe, îro li tevahiya cîhanê bûye dengê bexwedan û têkoşînê. Sedema ewqas dijwarbûna tundiya li dijî jinên daketin qadan ew e ku ji vê deng û serhildanê ditirsin.”

‘Jin Jiyan Azadî bû dengê hevbeş yê hemû jinan’

Sîbel Goktaş bi bîrxist ku têkoşîna azadiya jinên Kurd li Tirkiye bû parçeyek ji têkoşîna jinên Îran û Rojhilatê Kurdistanê, dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ li hemû cîhanê deng veda û bû dengê hemû jinên cîhanê. Têkoşîna azadiya jinên Îran û hemû cîhanê ji derveyî sînoran gihaye hev, di erdnîgariyên ku li dijî desthilata mêrsalariyê wê jin di nava hevgirtinê de bin.

‘Li bajarên Kurdan hewldanên astengkirina têkoşîna jinê zêde bûye’

Sîbel Goktaş amaje bi wê yekê kir ku desthilata AKP-MHP’ê li dijî jinên kurd, tevgerên feminist û LGBTİ+ polîtîkayên şerê taybet ên sîstematîk xistine dewrê û wiha dom kir: “Bi taybet jî ji sala 2015’an heta niha li bajarên Kurdan êriş û astengkirinên dewletê yên li dijî têkoşîna jinan zêde bûne. Her wiha êrişên tacîz û tecawizê yên hêzên ewlekariyê yên li dijî jinên Kurd jî zêde bûn. Heta gihiştin wê astê ku qeyûmên li şaredariyên bajarên Kurdan tên tayînkirin, weke karê destpêkê komeleyên jinan û navendên piştevaniyê yên şaredariyê digirin. Li van cihan mêran tayîn dikin, hevalên me yên li van navendan dixebitin binçav dikin û digirin. Di salên dawî de cînayetên jinan ên li herêmê zêde bûne. Gelemperiya kiryarên tecawiz, tacîz û kuştinan jî cerdevan, çawişên pispor, xebatkarên saziyên fermî yan jî endamên hinek partiyên siyasî ne. Ev yek jî tiştekî ne tesadûfî ye.”

‘Polîtakayên şerê taybet li dijî jinên Kurd berdewam dike’

Sîbel Goktaş bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Kiryarê Gulistan Doku ku di 5’ê çileya 2020’an de li Dêrsimê hate windakirin Zaynal Abarakov e û bavê wî polîs e. Ev tiştekî ne tesadûfî ye. Faîlê Îpek Erê çawişê pispor Mûsa Orhan e û hêj nehatiye girtin. Ev tiştek ne  tesadufî ye. Kiryarê Fîrdevs Babat a di 18’ê tebaxa 2022’yan de winda bû û piştî destdirêjiyê hatibû qetilkirin cerdevan e û ev ne tiştekî tesadûfî ye. Daraza Tirkiyeyê, faîlên jinan diparêze. Polîtîkayên şerê taybet ên li dijî jinên Kurd berdewam in. Li rojavayê Tirkiyeyê jî kiryarên mêr bi hincetên cuda tên berdan. Heta ku kiryarên tundiya li dijî jinan bêceza bimînin û dewlet wan biparêze, em di ewlehiyê de nînin. Divê em têkoşîna li dijî vê tundiya birêxistinkirî mezintir bikin û li cem jinan bisekinin.”