Polîsên Filistînê bi hovîtî êrîşê xwepêşandêran kirin
Piştî ku çalakvanê Filistînê Nîzar Banat ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi hesinan rastî lêdanê hat û jiyana xwe ji dest da, li gelek bajarên Filistînê xwepêşandan çêbûn. Di wan çalakiyan de jî polîsan êrîşê çalakvanan bi taybetî jin û rojnamegeran kirin.
REFÎF ÎSLÎM
Xeza- Gelek welatiyên Filistînê ji bajarên Bankerîa Rojava, nemaze El-Xelîl û Ramallah, ji bo şermezarkirina kuştina çalakvanê Filistînî Nîzar Banat beşdarî çalakiyek girseyî ya li nêzî El-Manara bûn û daxwaza derketina serokwezîr Mehmûd Ebas û hikûmeta Filistînî û rûxandina rejîma heyî kirin. Vê yekê jî bû sedem ku hêzên ewlekariyê êrîşê xwepêşandêran bikin bi taybetî jin û rojnamevanan.
Rîham El-Muqadîme ya ji 27 kesên ji xwepêşandêran e, ji ajansa me re got ku ramana tevgera gelêrî di riya vexwendinên li ser malpera tora civakî facebook, bi navgîniya komek bi navê Tevgera Yekgirtî ya Filistînê hat kirin. Wan gazî gel kir ku derkevin kolanan û kuştina çalakvan Nîzar Banat şermezar bikin û destnîşan kir ku tevger ji dema damezrandina xwe ve aram bû lê belê hêzên ewlekariyê yên Filistînê amade bûn ku dengên xwepêşandêran bişkînin, wêne û telefonên her kesê ji wan standin.
“Xwepêşandêr li benda bersiva serok û encamên lêpirsînê ne”
Rîham da xuyakirin ku mebesta hêzên ewlehiyê ew bû ku tevgerê dorpêç bikin da ku rê li gihîştina wê bigrin. Hejimara xwepêşandêran pir bû mezin wekî derbirîna hêrsa ku li kolanê dagirtî bû û di bedêla wê de jimara karmendên ewlekariyê mezintir bû, piraniya wan kincên leşkerî li xwe nekiribûn. Berevajî vê, wan xwe di nav xwepêşandêran de vedişartin kincên sivîl li xwe kirbûn da ku bi hêsanê êrîşê xwe pêşandêran bikin û li wan bidin. Pirsgirêkeke mezin a hêzên ewlekariyê hebû, her kamera yan mayka ku ji hêla rojnamevanek an xwepêşandêrek asayî ve hatibû raberkirin, rastî êrîşê dihatin. Tevger xilas nebûye lê xwepêşandên hîn jî li benda bersiva serok û encamên lêpirsînê ne.
“Polîsan rastî hemû kesî dikirin”
Rîham El-Muqadîme destnîşan kir ku hêzên ewlehiyê cudahiyê nedixistin navbera jin û mêr, ji ber ku bi hesinan êrîşê her kesê dikirin û rojnamegerên jin ên ku kincên xwe yên fermî li xwe dikin û kartên endamtiyê digrin rastî lêdanê hatin. Bombeyên gazê hatin avêtin û milên gelek xwepêşandêran birîndar bûn û wan şandin nexweşxaneya Kafeyha Xenfer û Saja Elmî.
Di encama wê êrişê de, gelek rojnamevanên Filistînê kartên endamtiya sendîkayê şewitandin û wêne li ser medyaya civakî parve kirin. Sendîkayê daxuyaniyek weşand û bang kir ku hemû dezgehên ragihandinê yên navxweyî û navneteweyî boykot bikin da ku nûçeyên serokomar û hukûmeta Filistînê were qutkirin heya ku daxwazên wan pêk bîne.
Êrîşa polîsan şermezar kirin
Sendîkeyê di dema daxuyaniya xwe de êrişa li dijî rojnamegeran, pêşîgirtina wan ji şopandinê re, tehdîdkirina wan ji hêla endamên polîs ku kincên sivîl li xwe kiribûn şermezar kir. Daxwaz ji polîsan kir ku rexnedayîna xwe li hemberî rojnamevanan bide û soz bide ku dê bi hurmet nêzî karê rojnamevantiyê bibe.
Rêxistinên Filistînî û rêxistina Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, bi riya daxuyaniyek roja 30’ê Hezîranê, pêvajoya zordestî û destdirêjiya ku ji hêla rayedarên cîbicîkar ve li dijî xwepêşandêran hat meşandin şermezar kirin û diyar kirin ku ew tişt bi Nîzar Bant çêbûye û tundiya ku xwepêşandêr lê rast hatine, sûcên pir mezin in û divê kesên ku ev yek kirine werin cezakirin
Nîzar Banat ê 44 salî, çalakvanekî siyasî ye, bi rexneya xwe ya ji desthildariya Filistînê re navdar e, ew ji ber parvekirina vîdyoyên li ser hesabê xwe yê medyaya civakî gelek caran hatiye binçavkirin. Herî dawî jî rexne li derziyên(Lûqah) xerabûyî ku desthilata Filistînî derbasî Xezayê kiribû kiriye. Ev yek jî bû sedem ku hêzên ewlehiyê wî di saetên dereng ên roja 24’ê Hezîranê de binçav bikin.
Bi îşkenceyê hat qetilkirin
102Tor û rêxistinên sivîl û hiqûqî, di nav de Rêxistina Navneteweyî ya Piştgiriya Mafên Gelên Filistînî (Heşid), kuştina çalakvanê siyasî şermezar kirin. Endamên karûbarên ewlehiya Filistînê bi kincên xwe yên leşkerî di seat 3 û nîvê sibehê de derî û pencere şikandin û bi hesinan li ser serê wî dan heya ku piştî çend seatan wefat kir.
Hevjîna Nîzar Banat bi riya vîdyoyek ku li ser tora civakî belav kir teqez dike ku hevjînê wê ji ber rastiyê digot şehîd ketiye û got: “Dema ku ez çûm serdana gora wî min bi hezaran welatî li wir li ser gorê dîtin, min hîs kir ku xwîna hevjînê min vala neçûye.