'Polîsên Exlaqê' li Îranê dîsa di dewrê dene

Polîsên Îranê ragihand ku bi hinceta hejmara jinên bê hîcab li cihên giştî zêde bûne, ji nû ve dest bi dewriyeyan kirine.

Navenda Nûçeyan – Dewleta Îranê piştî 6 mehan ji qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî ya li Tehranê ji aliyê 'polîsên exlaq' ve careke din li hember jinan dest bi dewriyeyan kir.

Li gorî ajansa Tasnim, berdevkê polîs Seîd Montazeralmehdî got: "Ji îro pê ve, polîs dê bi erebeyan an bi meş dewriyeyan destpêbikin, mixabin kesên ku li gor qanûnê cil û bergan tevnagerin û îteatê fermanan nakin wê werin hişyarkirin û cezakirin.”

Piştî qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê 'polîsên exlaq' ve li Tehranê, serhildana jinan a bi pêşengiya jinan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dewam dike. Hêzên dewletê ji bo tepisandina serhildanê bi sedan kes qetil kir, bi deh hezaran kes binçav kir û girtin. Ji hinek kesan re cezayê îdamê hat dayîn. Ligel hemû zextan jî jin li dijî qedexeyên dewletê yên hîcabê meydanê dixwin û li bajarên mezin bi taybet li Tehranê bê hîcab digerîn.