‘Polîsên exlaq’ ên Îranê du zarokên keç derb kirin

Li Tehranê bûyera du zarokên keç ên serê xwe negirtibûn hatibûn derbkirin di medyaya dîjîtal de hat weşandin Dozgeriya leşkerî bûyerê piştrast kir û diyar kir ku lêpirsîn hatiye vekirin.

Navenda Nûçeyan- Dewleta Îranê piştî şoreşa ‘Jin jiyan azadî’ zextên xwe yên li dijî zarokên keç û jinan zêde kir.

Li Tehranê bi hinceta ku serê xwe negirtine, du zarokên keç ji aliyê ‘polîsên exlaq’ ve hatin derbkirin. Dîmenê bûyera ku di 21’ê Hezîranê de qewimî ketin qeydên kamerayên ewlehiyê û di medyaya dîjîtal de hat weşandin.

Di dîmenan de tê dîtin ku polîsan du zarok girtine, pêşî wan derb dikin û dûre jî wan bi zorê li wesayîdê siwar dikin. Piştî ku bûyer di medyaya dîjîtal de rastî bertekan hat, Dozgeriya Leşkerî ya Tehranê daxuyaniya nivîskî da.

Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat vekirin

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dîmen rast in, polîsên ku şîdeta fizîkî kirine nasnameyên wan hatine tesbîtkirin û ji bo îfade bidin dozgeriyê bangî wan hatiye kirin û têkildarî bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.