Polîsên Îranê 17 zarok qetilkir

Koma Kampanyaya Çalakvanên Beluç ragihand ku polîsên Îranê di çalakiya 'Îna bixwîn' de 17 zarok qetil kirin.

Navenda Nûçeyan – Li gorî nûçeya Koma Kampanyaya Çalakvanan Beluc; Di dema serhildanên ku ji 16’ê Îlona 2022ê ve li Îran û Rojhilatê Kurdistanê berdewam in, hat diyarkirin ku di çalakiyên 8’ê Cotmeha 2022ê de li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê 17 zarok ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatin gulebarankirin û kuştin  û di heman çalakiyê de 15 kesan çavên xwe wenda kiri ye.

Di xwepêşandanên li Zahîdanê ku bi navê ‘Îna bixwîn’ tê naskirin, zêdeyî 100 kes hatin kuştin, gelek kes birîndar bûn û bi dehan kes jî hatin girtin.