Polîsek li Îzmîrê jinek qetil kir

Li Îzmîrê polîsê bi navê A.E.Ö. bi çekê Elvîn Ozutaştan qetil kir. Piştî êrîşê polîs reviya.

Îzmîr- A.E.Ö. yê ku li Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Konakê ya Îzmirê dixebitî, li kolanê bi çekê êrîşî Elvîn Ozutaştan û hevalê wê Fehmî Kaan Berberoglu kir.

Elvîn Ozutaştan a li cihê bûyerê bi giranî birîndar bû û piştî mudaxeleya ewil a ekîbên tenduristiyê rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Îzmîrê ya Ataturkê jiyana xwe ji dest da, hat diyarkirin ku tedawiya Fehmî Kaan Berberoglû dewam dike. Hat diyarkirin ku polês A.E.Ö. yê ku piştî êrîşê winda bû hêj nehatiye girtin. 

Hate hînbûn ku polîs A.E.Ö. ya ku Hîndekara Dibistana Pîşeyî ya Somayê ya Zanîngeha Celal Bayar a Manîsayê Elvîn Ozutaştan qetil kir hhevjînê wê yê berê bû.