Polîsê tecawîzkar ji kar hat durxistin

Hat hînbûn ku polîsê li Şaxa Hêzên Çevîk a Midûriyeta Polîsan a Colemêrgê peyvirdar Enes T. yê tecawizî jina karmend G.A.U. ku li midûriyeta polîsan kar dikir kirî ji kar hat durxistin.

Navenda Nûçeyan - Polîsê li Şaxa Hêzên Çevîk a Midûriyeta Polîsan a Colemêrgê peyvirdar Enes T., tecawizî jina karmend G.A.U. ku li midûriyeta polîsan kar dikir kir. Piştî G.A.U. serlêdana sûc kir, bûyer derket holê. Li gorî agahiyan polîs Enes T., di 26'ê Çile de bi hinceta dê “kahweyê vexwe" çû odeya G.A.U. û li wir tecawizîwê kir. G.A.U., roja dîtir serpêhatiyên xwe ji midûrê yekîneyê re got û piştre çû nexweşxaneyê. G.A.U., di 28'ê Çile de li Midûriyeta Polîsan a Colemêrgê îfade da û li polîs Enes T. gilî kir. 
Piştî G.A.U. bûyer ji mabata xwe re got, bavê wê Yusuf U., ji Dîlokê hat Colemêrgê. Xwest bi rayedarên Midûriyeta Polîsan re hevdîtin bike. Lê muxatab nedît. Piştre bavê Enes T. bi bavê G.A.U re ket diyalogê û ji Enqereyê hat Colemêrgê. Piştre biryar dan ku G.A.U û Enes T. bi hev re bizewicînin. Ji bo nîşanê di 11'ê sibatê de randevû stendin. Piştre G.A.U. ji bo ji doza xwe vegere daxwazname da midûriyeta polîsan û giliyê xwe bi şûnde vekişand. Piştî G.A.U giliyê xwe bi şûnde vekişand, Enes T., jî biryara zewacê betal kir. Hat hînbûn ku li ser lêkolîna di nava odê de hatî kirin û delîlên derketî polîsê tecawîzkar ji kar hat durxistin û lêpirsîn hatiye despêkirin.