Polîsan posterê Denîz Poyraz kom kirin

Posterê Denîz Poyraz a ku li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê ji aliyê Onur Gencer ve hat qetilkirin ku bi kolana Karayollariya Mêrdînê ve hatibû daliqandin ji aliyê polîsan ve hat komkirin.

Mêrdîn - Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê bi armanca balkişandina li ser êrîşa li hemberî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê, posterê Denîz Poraz a ku di encama êrîşê de hatibû qetilkirin bi kolana Karayolları a ku li hemberî perka Karayollarıya Mêrdînê vekiribûn. Çawan polîsan posterê Denîz ê daliqandî dîtin çun poster ji kolanê rakirin.