Polîsan mudaxeleyî jinên ‘edalet’ dixwestin kir
Polîsan mudaxeleyî jinên Meclisa Jinan a HDP’ê yên ku xwestin ji bo jinên girtî bi diruşma “Ji bo Jinên Girtî Edalet” li ber Edliya Çaglayana Stenbolê daxuyanî bidin çapemeniyê kirin.
Stenbol - Endamên Meclîsa Jinan a HDP’ê bi armanca ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan werin bidawîkirin bi dirûşma “Ji Bo Jinên Girtî Edalet” xwestin li ber Edliya Çaglayana Stenbolê daxuyanî bidin çapemeniyê. Parlamenterên HDP’ê yên Stenbolê Huda Kaya, Zuleyha Gulum û Oya Ersoy jî di nav de gelek jin li ber edliyê kom bûn. Lê belê polîsan jinan dorpêç kir û bi hêceta biryara qedexeyê Qeymeqamiya Çaglayan3e girtiye destûr nedan daxuyaniyê.
Jinan bertek nîşanî helwesta polîsan dan û diyar kirin ku ew bi armanca daxwaza edaletê hatine ber edliyê. Lê polîsan bi darê zorê xwestin jinan ji ber edliyê dûr bikin. Parlamenter Zuleyha Gulum bertek nîşanî mudaxileya polîsan da û got: “Em bi armanca edaletê ji bo jinan bixwazin kom bûn. Tişta îro em li vir pê re rûbirû man nîşaneya dijminatiya jinan e.”
Polîsan jinan ji ber edliyê dûr kir. Lê belê parlamenter li ber edliyê hêj disekinin.