Polîsan êrişî girseya li pêşiya DEM Partiyê ya Şirnexê kir

Polîsan êrişî girseya li pêşiya DEM Partiyê ya Şirnexê kir û hevserokê bajar Abdullah Gungen jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.

Navenda Nûçeyan – Li Şirnexê piştî karûbarê dengdayînê gelek kes li pêşiya avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Şirnexê kom bûn. Polîsan êrişî girseyê kir. Polîsên gaza îsotê avêt girseyê û hewl da belav bike. 

Di êrişa polîsan de Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.