Polîsan êrîşî daxuyaniya HDP’ê kirin û xebatkarek partiyê kuştin
Êrişkarê ku agir bi avahiya Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê xist, li avahiyê xebatkara HDP'ê Denîz Poyraz dîl girt û piştre ew qetil kir.
Navenda Nûçeyan - Êrişkarê ku agir bi avahiya Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê xist, wezîfedareke HDP'ê Denîz Poyraz dîl girt û ew qetil kir. Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç ji Medya Haberê ragihand ku di êrişê de hevalek wan hatiye qetilkirin.
Hat zanîn ku kesa hatiye kuştin Denîz Poyraz e û li avahiya HDP'ê xebatkar bûye û bi karê xwarin û paqijiyê re eleqadar e û temenê wê derdora 40 salî ye.
Êrişkarê çarkdar xebatkara partiyê qetil kir û pişt re jî xwest agir bi avahiyê bixe. Piştî bûyer hat bihîstin rêveberên HDP’ê û endamên partiyê herikîn ber avahiya HDP’ê ya li Navçeya Konakê.
Polîs hatin cihê bûyerê û çûn hundirê avahiyê û êrişkar binçav kirin. Êrişkar di bin tevdîrên ewlehiyê de derxistin derve û li maşîneya polîsan siwar kirin û birin Miduriyeta Polîsan a Bajêr. Di kêliya ku polîsan êrişkar ji hundirê derxistin, hat dîtin ku polîsan êrişkar kelemçe nekiriye.