Polîsan êriş bir ser Îsraîliyên ku xwestin Netanyahu îstîfa bike

Îsraîliyên ku li Tel Avîvê hatin ba hev, bang li hikumeta Binyamîn Netanyahu kirin ku îstîfa bike. Polîsan bi êrişan bersiv dan vê bangê.

Navenda Nûçeyan – Êrişên Îsraîlê yê li ser Zîvala Xezayê ji 7’ê Cotmehê vir ve bê navber didome. Mîna li gelek deverên cîhanê, li Îsraîlê jî êriş tên protestokirin. Bi daxwaza ku dîlgirtiyên Îsraîlî yên li Zîvala Xezayê bên vegerandin û hikûmeta di bin serokvezîriyê Binyamin Netanyahu de îstîfa bike li Tel Avîvê çalakî hat lidar xistin. Polîsan bi TOMA û yekîneyên bi hespan êrişî çalakiyê kir.

Bi deh hezaran kes tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de dirûşmên dijberî hikumetê ahtin avêtin û komek ji xwepêşanderan li Cadeya Kaplan agir pêxistin. polîs bi yekîneyên hespan û TOMA’yan êriş bir ser koma çalakgeran. Li vê derê herî kêm 4 kes aht binçavkirin. Piştî mudaxaleyê hat ragihandin ku hin kes di êrişa polîsan de birîndar bûne.