Polîsan bi ser mala rojnameger Hikmet Tunç de girtin

Polîsên sivîl û leşkeran bi ser mala nûçegihana Jin Newsê ya Wanê Hikemt Tunç de girtin.

Wan – Polîsan bi ser mala nûçegiyana Jin Newsê ya Wanê Hikmet Tunç de girtin. Bi hinceta bombe di mala Hikmet ê de heye li ser mala wê ya li taxa Kurubaş a navçeya Ederemîta Wanê de girtin. Leşker û polîsên sivîl ên ser malê de girtin her devera malê tevlî hev kirin. Despêkê bi westayîtê zirxî dora malê girtin, paşê jî leşker û polîs ketin hindirê malê, nehêlan kes nêzî malê bibin. Her wiha polîsên jin jî nebirin lêgerîna malê.

Hat hînbûn ku bi hinceta li Serdozgeriya Komarê ya Wanê êxbara “çek û bomba” di malê de heye hatiye kirin lêgerîn kirine. Piştî lêgerînê polîs û leşker ji malê derketin.

Li aliyê dinê ji ber tiştek di malê de nedîtin kes jî negirtin bin çavan.