Polîsan bi ser komeleya Rosa de girtin: gelek binçavkirin hene
Li Amedê polîsan ser Komeleya Jinan Rosa yê û gelek navnîşanên dinê de girtin, gelek binçavkirin hene.
AMED - Polîsan di saetên serê sibê de bi ser Komeleya Jinan a Rosa û gelek cihên dinê de girtin. Piştî serdegirtinê di komaleyê de lêgerîn hîn didome. Di serdegirtinan de Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Seval Gulmez û Dayika Aştiyê Nezahat Teke jî di navê de gelek kes girtin binçavan.
Komaleya Rosa li ser hesaba xwe ya Twîttirê ev peyam da: “Em ê tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedin. Em li vir in em ê li vir bin."