Polîsan bi gaza bîberê êrişî namzeta hevşerdariyê Devrîm Demîr kir

Namzeta hevşaredariya bajarê mezin ya Mêrdînê ya DEM Partiyê Devrîm Demîr di dema sidoq lêkollîn dikir, polîs di mesafeya nêz de gaza bîberê li rû û çavê wê kir.

Mêrdîn- Li dibîstana seretayî ya navçeya Mehsert ya Mêrdînê Namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin ya Mêrdînê ya DEM Partî Devrîm Demîr dema hilbijartinê lêkolîn dikir pevçûn derket. Ji ber pevçûna ku derketî polîsan bi gaza bîberê êrişî gel kir. Polîsan di mesafeya nêz de gaza bîberê li rû û çavê namzeta hevşeraderiyê Devrîm Demîr kir.

Namzeta ku bi bandora gaza bîberê kete erdê, rakirin nexweşxaneya dewletê ya Omerlî. Ozgur Aksoy ku xwest di dema êrişê de dîmen bigre hate binçavkirin.