Polîsan avêt ser mala rojnamevan Dilbirîn Turgut û zarokan derb kirin
Hat diyarkirin ku polîsên avêtin ser mala rojnamevan Dilbirîn Turgut, çek danîn serê zarokên malê û bi gotina “hûn xayin in” wan derb kirin.
Êlih – Hat hînbûn ku duh danê sibehê polîsan bi ser mala rojnameger Dilbirîn Turgut a ku li Taxa Cûdî ya Êlihê dijî, girtine. Hat diyarkirin ku polîsan di serdegirtinê de derî şikandin, çek danîn serê 4 zarokên malê. Hat destnîşankirin ku di dema lêgerînê de bi pêlavên bi herî pê li nivînan kirine, zarok jî di nav de hemû mêrên li malê serdevkî hatine dirêjkirin û hatin kelepçekirin, bi gotina hûn ‘xayinên welat in’, ‘hûn hemû terorist in’ hatine derbkirin.
Her wiha hat destnîşankirin ku polîsan di serdegirtinê de Dilbirîn Turgut a ku xwest mudaxeleyê birayê xwe yê 13 salî ku ji ber tirsê krîz derbas kiribû bike, asteng kirin.
Dê serlêdana ÎHD’ê bê kirin
Piştî lêgerînan polîsan avêtin ser mala jina ku li qata jêrîn dimîne û nû zarok anîbû. Sedema lêgerînê nehat hînbûn, kes nehat binçavkirin. Piştî serdagirtinê Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran çû serdana malbatê û diyar kir ku dê der barê bûyerê de serî li ÎHD'ê bidin.