Platforma Jinan: Divê Rejîma Îranê destên xwe ji ser Kurdan bikşîne

Platforma Yekîtiya Jinên Kurd bang li rejîma Îranê kir ku destên xwe ji ser jinan û gelê Kurd bikşîne û ji cîhanê xwest li dijî Cezayên darvekirinê bêdeng nemînin.

AMED – Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a Bakurê Kurdistan têkildarî nêzîkatiya Rejîma Îranê ya li ser jinên Kurd û gelê Kurd, nerazîbûna xwe bi daxuyaniyek nivîskî anî ziman.

Platformê diyar kir ku divê rejîma Îranê destên xwe ji ser jinên Kurd û gelê Kurd bikşîne û wiha domand: “Em weke Platforma Yekîtiya Jinên Kurd nêzîkatiya Rejîma Îranê ya li ser jinên Kurd û gelê Kurd bi tundî şermezar dikin! Rejîma faşîst a Îranê bi salan e bi awayekî hovane Kurdên li Rojhilatê Kurdistanê bi dar ve dike û qetil dike. Di van salên dawî de bi sedan jin û ciwanên Kurdan darve kiriye û qetil dike. Li dijî Kurdan li pêş çavên cîhanê sûcê mirovahiyê dike. Salane bi awayekî hovane polîtîkayên qirker li ser gelê Kurd dimeşîne û ji her aliyî ve mafê mirovatiyê binpê dike.”

‘Li dijî van polîtîkayên Îranê yên qirker û hovane bêdeng nemînin’

Platformê got ku “Rejîma faşîst a Îranê ji roja ku Kurdistan di nav çar dewletan de hatiye perçekirin û heta îro bi her awayî tundî û qirkirinê li ser gelê Kurd dimeşîne.” Platformê bi bîr xist ku îro bi sedan Kurd, li girtîgehên Îranê dîlgirtî ne û wiha pê de çû: “Muzîkjen Alî Sîna Mostefawî jî hat darvekirin û her wiha îsal 34 kes hatine bidarvekirin. Gelek ji wan bi îdamê tên darizandin, li gelekan cezayê îdamê hatiye birîn. Yek ji wan kesên ku cazayê îdamê lê hatiye birîn, jina Kurd a bi navê Werîşe Muradî ye. 

Em wek jinên Bakurê Kurdistanê, ji vir bang li hemû cîhan û gelan dikin ku li dijî van polîtîkayên Îranê yên qirker û hovane bêdeng nemînin da ku pêşî li darvekirin û qirkirina li ser jinên Kurd û gelê Kurd bê girtin. Em careke din hemû êrîş, qirkirin, tundî û tunehesibandina rejîma Îranê ya faşîst a li ser gelê Kurd bi tundî şermezar dikin û em dibêjin: Demildest destên xwe yên qirêj ji ser jinên Kurd û gelê Kurd bikşînin.”